Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tendirustiyê aşkeri kiriye ku di 24 saetên dawiyê de 79 kesên din ji ber Covid-19ê mirine û hejmara miriyan gihiştiye 356an.
Di daxuyaniya Wezaretê de herwiha hatiye gotin:"Di 24 saetên dawîn de 2456 pêketî hatin tespîtkirin, hejmara pêketiyan gihişt 18 hezar û 135an."
Fahrettin Koca, Wezîrê Tenduristiyê gotiye, "82 nexweşên me yê din ji nexweşiyê rizgar bûn."
Wezîr Koca wiha berdewam kiriye: "Hejmara testan li gor duhê bi ser 4 hezaran ket. Li gorî rêjeya hejmara testan, hejmara pêketiyan kêm bû. Ji sedî 82yê nexweşên ku di 24 saetên dawîn de canê xwe ji dest dan, dîsan yên temenê wan di ser 60î re bûn." (EKN/FD)