Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezîrê saxlemîyê, Fahrettin Kocayî eşkere kir ku welatîya Çînê ji bo 36 sietan di bin çavdêrîyê de hatiye hiştin. Guman hebûye ku vîrûsa nenas li laşê wê belav bûbe, ji ber wê yekê li welatê wê hatiye vegerandin.
Wezîrî gotiye:
“Em bi kamêreyên termal li wan kesên ji Çînê hatîn dinêrin. Heta niho me li balafirgehê ti kes nedîtine ku guman hebe vîrûs ketiye laşê wan.
“Li Buyukçekmeceyê(Stenbol) nexweşeka ji Çînê çûye nexweşxaneyê. Guman heye ew vîrûs di laşê wê de hebe. Ew piştî 36 sietan di çavdêrîyê de hatî hiştin li welatê wê hatiye vegerandin.”
Li welatê Çînê heta niho bi 2019-nCoVê 25 kes mirine. Vîrûs cara pêşiyê di roja dawiyê ya sala 2019ê de hatibû dîtin.
Li gor jimarên fermî ew vîrûs ketiye laşê 830 welatîyên Çînê. Tê texmînkirin ku ev vîrûs curreyekê nû yê vîrûsa Koronayê ye.
Bajarê ku cara pêşiyê 2019-nCoVê lê hatî dîtin bajarê Wuhanê ye. Birêvebiriya Çînê bajarê ku 11 milyon kes lê dijî kiriye di karantînayê de. Yanî çûnûhatina bajarî hatiye sekinandin. Ji bilî Wuhanê li 9 bajarên dî jî biryara karantînayê hatiye dayin.
60 milyon kes li wan cihan dijîn ku lê karantîna hatiye îlankirin.
Gelek pîrozbahî û civîn hatine betalkirin.
- Pîrozbahîyên serê sala nû yên Pekînê hatine betalkirin. (Sala nû ya Çînê)
- Karnavaleka navneteweyî ya li Hong Kongê hatiye betalkirin.
- Turnuvaya topa pêyan ya Hong Kongê hatiye betalkirin.
- Pîrozbahiyên sersalê yên li Macauyê hatine betalkirin.
Çi bûbû?
Li welatê Çînê heta niho bi 2019-nCoVê 25 kes mirine. Vîrûs cara pêşiyê di roja dawiyê ya sala 2019ê de hatibû dîtin.
Zanyarên Çînê ragihandine ku vîrûs ji mirovan vedigire mirovan. Ew kesên vîrûs li laşê wan belav dibe bêhna wan diçike.
Rêxistina Saxlemîyê ya Dinyayê (WHO) amadekarîyên xwe dike ku hemî dinyayê ji ber vê vîrûsê hişyar bike.
Li gor nûçeyeka BBCyê, zanyarên ji Qiralîya Yekbûyî gotine jimara wan kesên ev vîrûs li laşê wan belav bûye herî kêm 1.700 kes in.
Li bajarê Wuhanê yê Çînê, ji ber vîrûsê du kes mirine. Ew kesên vîrûs ketî laşê wan nefesa wan çikaye û mirine.
Bixwîne - Li Çînê herî kêm 139 kes bi vîrûseka nenas mirine
Lêlolînek li Navenda Nexweşîyên Jêvegir a Koleja Imperiyalê ya li Londonê hatiye kirin. Saziyê hikûmeta qiralîyê hişyar kiriye.
(PT/MB)
Li Çînê 17 kes bi 2019-nCoVê mirîne
Wezareta Pîşesazî û Enformasyonê ya Çînê ji bo hilberîna berdevkan lijneyeka koordînasyona dema hewarê pêk aniye. ...
Vîrûsa nenas gihaye DYAyê: 6 kes bi wê vîrûsê mirine
Vîrûseka nayê naskirin a ku ji Çînê belav bûye, gihaye Dewletên Yekbûyî yên Amrîkayê(DYA). Tê texmînkirin ku ev vîrûs jî curreyekê ......