Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li ser pirsnameya parlamentera Partiya Komarî ya Gelî(CHP), Gamze Akkuşê, Wezareta Saxlemiyê hejmara dayikên di emrê zarokatiyê de mirîn û hejmara zarokên wan ên mirîn eşkere kir.
Li gor daneyên Sîstema Çavdêrîya li Mirina Zarokan a Wezareta Saxlemiyê di salên 2007-2017ê de 17 dayikên di emrê zarokatiyê de mirine.
Di salên 2007-2017ê de 2404 zarok mirine ku dayika wan ji 17 saliyê biçûktir bûne.
Di sê mehên destpêka 2017ê de heşt zarok mirine.
Hejmara Zarokên mirîn ên dayikên wan ji 17 saliyê biçûktir in
2007 – 309;
2008 - 266;
2009 – 311;
2010 – 255;
2011 – 205;
2012 – 225;
2013 – 225;
2014 – 218;
2015 – 191;
2016 – 191;
2017 - 8.
Li gor Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê di salên 2009-2015ê de 15 hezar û 574 zarok piştî hatîn dinê rojekê jî nejîyane û mirine.
Dayika 1630 zarokên ku piştî hatîn dinyayê rojekê jî nejiyayîn û mirîn ji 18 saliyê biçûktir bûye.(YY/MB)