Fotograf: Twitter
Hêzên Asayîşê di saet 02:30ê şevê de bi ser navenda Televziyona NRTyê ya li bajarê Silêmaniyê de girtine.
Li gorî zanyariyan Wezareta Rewşenbîriyê ya Hikumeta Herêma Kurdistanê biryara sekinandina weşana Televziyona NRTyê ji bo heftiyekê daye.
Na uitgebreide berichtgeving over recente protesten werd het hoofdkantoor van #NRT in Sulaimani aangevallen door de lokale veiligheidstroepen en werd de uitzending van het kanaal uit de lucht gehaald. pic.twitter.com/UHbWZQuGFl
— karzan Alı کارزان علی (@karzan93544983) December 7, 2020
Wezareta Rewşenbiriyê ya Hukumeta Herêma Kurdistanê derbarê girtina weşana NRT TVyê de daxuyaniyek nivîskî daye û tê de weha gotiye:
“Ji ber ku kanala NRTyê girêdayî xalên taybet yên di aliyê medya dîtin û bihîstinê de nebûye, bi taybet jî di vê demê de berpirsiyartiya xwe pêkneaniye hatiye girtin. Ji ber ku televziyona NRT berevajiyê madeya sêyem ya destura televziyon û radyoyan a Herêma Kurdistanê bûye, tevî gelek caran hatiye şiyarkirin me biryar da weşana asayî ya kanala NRTê ji bo heftiyekê bigirin.”
Li gorî biryarê wê weşana kanala NRT TVyê û malpera înternetê a kanalê jî were girtin.
Kanala NRT wê îro di saet 11:30an heta saet 11:30’ê 13ê Kanuna 2020an girtî bimîne.
Metro Center: Bêdengkirin û tûndkariya li ser rojnamegeran e
Metro Centerê girtina weşana NRTyê şermezar kiriye û bang li Hukumeta Herêmê kiriye û gotiye, “Jiyana rojnamegeran biparêzin û astengiyê ji bo karên rojnamegeriyê çênekin.”
Metro Center weha pê de çû yî, “Divê sazî û rêxistinên sivîl yên Herêma Kurdistanê li dijî êrişên ser azadiya rojnamegeran û televîzyonan bêdeng neminin û xwedî helwest bin.
Metro Centerê destnîşan kiriye ku di nava çend rojên dawîn de li herêmê dijî rojnameger û çapemeniyê êriş zêdebûne û weha gotiye:
“Pêş nîvroya yekşemê (06.12.2020) hêzekî asayîşê li Silêmaniyê çûne ber avahiya Medyaya Çetirê. Li derê avahiyê ji kesên ku diçin hundir pirsan dibirsin. Ger ew kesên ku karmendê Ajansa Çetirê bin, rê lê digirin û nahêlin biçin hundir û karmendan re gotine em ê liv ir neçin.
Dîsan şeva yekşema borî li bajarokê Bazyana Silêmaniyê li ser rêya taxa Kerkûkê dema televizyona NRTyê di weşana zînde de ye, kesek xwe weke endamê asayîşê dide naskirin û êrişî nûçegîhanê televîzyonê dike û dixwazê mîkrofonê jê bigire.
Li roja pêncşema borî du tîmên televizyona NRTyê di dema xwepêşandanê li Silêmaniyê ji aliyê asayîşê ve tên desteserkirin."
Her weha Metro Centerê diyar kiriye ku girtina kanala NRTyê tê wateya bêdengkirina rojnamegeran û tûndkariya li dijî wan.”
Derbarê Metro Centerê de
Metro Center di sala 2009an de bi mebesta parastina mafên mirovan ji aliyê komek rojnamegeran ve li Herêma Kurdistanê hatiye damezrandin. Rêxistin û saziyên piştgiriyê didin Centerê weha ne:
Rêxistinên Peymangeya Rojnamegerên Şer û Aştiyê(IWPR), Rêxistina Gelê Norweçê(NPA), Piştevaniya Medyayên Navneteweyî(IMS), Saziya İnternewsa Amerikayê, Wezareta Derve ya Amerikayê, Saziya Alîkarî û Geşepêdanê ya Siwêdê(SİDA)(AY)