Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezareta Pêşmerge ya Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê piştî wê operasyonê daxuyanî da ku hêzên Heşdî Şebî yên bi ser hikûmeta navendî ya Iraqê ve, bi fermana Serokwezareta Iraqê li hemberî Kerkûkê dane destpêkirin.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Wezareta Pêşmerge aşkere kiriye ku ew ê li hemberî operasyona li ser Kerkûkê bêdeng nemînin.
Heyeta di bin serpereştiya Kerîm Şengalî Wekîle wezareta Pêşmerge û Wezîrê Karên Derve de îro li Hewlêrê bi rayedarên hêzên hevpeymana navdewletî re civînek lidar xist.
Piştî civînê Wezîr Şengalî daxuyaniyek belav kir û got, “Plana dijminatî û êrîşane ya Heşdî Şebî, artêş û polîsan li hemberî gelê Kurdistanê û li hemberî başûr û nava Iraqê ye ku bi saya gelê Kurdistanê aramî û istikrar hatiye vir.”
Şengalî diyar kir ku wê hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê êdî bêdeng nemînin û bi gelê Kurdistanê re wê xata xwe biparêzin. Şengalî got ku berpirsiyarên şer hikûmeta Iraqê, fermandarên wê û destgirên wan in.
Berdevkê Wezareta Pêşmerge Helgûrd Hikmet jî ji bo Rûdawê axivî û diyar kir ku gelek hêzên teqwiye ji bo Kerkûkê hatine şandin u wiha got, “Derbarê vekişanên Pêşmergeyan de ti ferman nîne. Ji bo vekişanê wê Wezareta Pêşmerge lêkolînê bike.” (EKN/FD)