Li Tirkiyeyê Wezareta Perwerdehiya Neteweyî(MEB) di qonaxa nû ya perwerdehiyê de lîsteya xwe ya têkildarî wezîfedarkirina dersdêran belav kiriye. Di lîsteyê de cîh nedaye dersdêrên zimanê kurdî.
Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin ji bo zimanê erebî 314, ji bo îngilîz 857, ji bo almanî 171, ji bo tirkî 698, ji bo fransî 2, ji bo spanyolî 2 û ji bo îtalî, çînî, koreyî, farisî û rusî jî dersdêrek dê were wezîfedarkirin.
Her weha MEBê ji bo beşa Ziman û Wêjeya Kurdî çi dersdêrek peywirdar nekiriye.
Herî dawî di Gulana 2021êan de 20 mamoste ji bo beşa "Ziman û Zaravayên Dijîn" veqetandibûn lê di nav van de jî tenê 3 mamoste ji bo kurdî bûn. (AY)
*Çavkanî: Diyarname