Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Piştî Hewildana Derbekirinê ya 15ê Tîrmehê Wezareta Pewerdeyê, 33 hezar û 74 xebatkar ji karî avêtine, 4 hezar û 756 ji wan xebatkaran hatin girtin.
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê, 5 hezar û 117 xebatkarên wezaretê bi şertê kontrola edlî serbest hatine berdan.
627 xebatkar bi sebeba ew “endamên FETOyê(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir” in ji karê wan hatine avêtin lê wan firar kiriye.
Bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de, 4 hezar û 513 xebatkar ji karê wan hatine avêtin.
810 xebatkarên wezaretê hatin desteserkirin û paşê bi şertê kontrola edlî serbest hatine berdan.(YY/MB)