Wezareta Parastinê ya Neteweyî (MSB) aşkere kir ku li Meletiyê sîstema parastina hewayî ya Patriot hatiye bicihkirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bilî tedbîrên ku di "asta neteweyî" de hatine girtin, tedbîrên parastina hewayî û mûşekan ji aliyê Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) ve hatine zêdekirin.
Daxuyaniya MSB wiha ye:
Hêzên me yên Çekdar ên Tirk bi biryar in ku ewlehiya welat û welatiyên me mîsoger bikin. Di çarçoveya pêşketinên dawî yên li herêma me, tedbîrên pêwîst ji bo ewlehiya sînorên mê û qada hewayî ya me têne girtin û bi NATO û Hevpeymanên me re şêwir têne kirin.
Ji bilî tedbîrên ku me di asta neteweyî de girtine, tedbîrên parastina hewayî û mûşekan jî ji hêla NATOyê ve lê hatine zêdekirin. Di vê çarçoveyê de ji bo piştgiriya parastina qada me ya hewayî Sîstemeke Patriot li Meletiyê tê bicihkirin.
Di şeş rojan de du mûşek
Wezareta Parastinê ya Neteweyî aşkere kir ku mûşekên balîstîk ên ku di 4 û 9ê Adarê de ji Îranê hatine avêtin û hatine tespîtkirin ku ber bi Tirkiyeyê ve tên, ji aliyê sîstemên parastina hewayî û mûşekan ên NATOyê yên li Rojhilatê Deryaya Spî cîgirin ve hatine xistin.
Di 4ê Adarê de parçeyek ji mûşeka parastina hewayî ya NATOyê ku mûşeka balîstîk xistibû xwarê, li navçeya Dortyola Hatayê ket; di 9ê Adarê de, li zeviyek vala li navçeya Şahinbey a Dîlokê ket. Di herdu bûyeran de jî tu qurbanî an birîndar tune bûn.
Îranê diyar kir ku wan mûşek neavêtine axa Tirkiyeyê û got, "Em rêzê li serweriya Tirkiyeyê digirin ku welatekî dost û cîran e."
Serokkomar û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan, piştî ku perçeyek mûşekê li Dîlokê ket, ji bo Îranê weha got, "Tevî hişyariyên me yên jidil, gavên pir şaş û provokatîf ên ku dê dostaniyaTirkiyeyê bixin xeteriyê, berdewam dikin."
(VC/AY)
