Wezareta Parastina Neteweyî: Li Ebu Zuhurê ti şandeyeke leşkerî ya Tirk tune bû
Wezareta Parastina Neteweyî (MSB) derbarê êrişa Îsraîlê ya li ser Balafirgeha Leşkerî ya Ebu Zuhurê ya li Sûriyeyê ku nêzîkî 70 kîlometreyan dûrî sînorê Tirkiyeyê ye, daxuyaniyek da.
Wezaretê aşkere kir ku berî êrişê û di dema êrişê de li baregehê ti şandeyeke leşkerî ya ji Tirkiyeyê tune bû.
Êrişa 'Ebu Zuhur'ê ya Îsraîlê tê çi wateyê?
Berdevkê MSBê fermandar Zeki Akturk, di çarçoveya TEKNOFEST Mavi Vatanê de li ser keştiya TCG Koçhisarê ya li Kocaêliyê civîna heftane ya agahdarkirina çapemeniyê li dar xist.
Akturkî got: “Tişta ji bo me girîng ew e ku em rê li ber alozî û bêaramiya li herêma xwe bigirin û nehêlin zêdetir şer lê rû bide da ku aştî û ewlehî lê mayînde bibe.” Her weha Akturk destnîşan kir ku ji bo parastina serwerî û yekparçeyiya xaka Sûriyeyê û ji bo bibe cihê aramî û ewlehiyê dê tevkarî û piştgiriya wan bi ‘biryardarî’ berdewam bike.
Şandeyek ji Wezareta Berevaniyê serdana Sûriyeyê kir
“Divê Îsraîl dawî li van êrişên xwe yên bêperwa bîne”
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, piştî civînê Wezaretê bersiva pirsên ji bo êrişa Îsraîlê ya li ser ‘Ebu Zuhur’ê da:
"Êrişa ku Îsraîlê li dijî Baregeha Hewayî ya Ebu Zuhurê pêk aniye, çalakiyeke ku zirarê dide aramî, ewlehî, yekîtî, yekparçeyî û di heman demê de binesaziya Sûriyeyê. Em di her firsendê de destnîşan dikin ku êrişên li dijî serwerî û yekparçeyiya xaka Sûriyeyê nayên qebûlkirin. Em diyar dikin ku berî êrişa Îsraîlê ya li ser baregeha hewayî ya Ebu Zuhurê ya li Sûriyeyê ango di dema êrişê de ti şandeyek leşkerî ya Tirk li baregehê tune bû. Him ji bo aramiya Sûriyeyê û him jî ji bo ya herêmê divê Îsraîl dawî li van êrişên xwe yên bêperwa bîne û mercên hiqûqa navneteweyî bicih bike. Em ê di çarçoveya prensîba 'yek artêşî' de piştgiriya avakirina binesazî û kapasîteya leşkerî ya Sûriyeyê bikin."
Çi bûbû?
Balafirên şerî yên Îsraîlê, sibaha 18ê Tebaxê li bakurê rojavayê Sûriyeyê, Balafirgeha Leşkerî ya Ebu Zuhurê ku bejahiya rojhilatê Îdlibê ye, kir armanc.
Li gorî agahiyên ku televîzyona dewletê ya Sûriyeyê spartine çavkaniyeke leşkerî, rêya firînê û depoyên baregehê bi heşt êrişên hewayî bûne armanc. Çavkaniyên herêmî û leşkerî behsa windahiyên canî nekirine, lê di tesîsê de zirara madî çêbûye.
Ebu Zuhur nêzîkî 70 kîlomêtreyan li rojhilatê sînorê Tirkiyeyê ye. Demeke dirêj bû bi awayekî çalak wekî balafirgeheke leşkerî nedihat bi kar anîn. Lêbelê ji ber ku li ser rêya derbasbûnê ya di navbera bajarên Hema û Helebê de ye û nêzîkî çola Sûriyeyê ye, girîngiyeke wê ya stratejîk heye.
Li gorî nûçeya El-Erebî el-Cedîd ku navenda wê li Londonê ye û bi erebî weşanê dike, rojek berê êrişê şandeyeke leşkerî ya ji Tirkiyeyê serdana Ebu Zuhurê kiriye.
Li gorî nûçeyê, şandeyê lêkolîn li ser xebatên yekem ên ji bo jinûve vekirina rêya firînê kirine. Çavkaniyan ji El-Erebî el-Cedîdê re îdîa kirine ku xebat hê di qonaxa destpêkê de ne, di nav baregehê de hin amûrên ragihandinê hene û li ser herêmê droneke keşfê ya cureyê Bayraktarê difiriya. Hat diyarkirin ku piştî vegera şandeyê ji herêmê, balafireke keşfê ya Îsraîlê li derdora baregehê firiyaye û êriş jî piştî çend saetan pêk hatiye.
Malbenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ku navenda wê li Londonê ye jî îdîayeke weke vê derbirî.
(VC/AY)