Li gor daxuyaniya ku li ser hesabê Telegramê yê Wezareta Karên Navxweyî ya li Xezeyê hat dayîn, balafirên şer ên Îsraîlê li Xan Yûnisê ku li başûrê Xezeyê ye 6 malên ku sivîl lê diman kirin armanc.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Filistînê WAFAyê Îsraîlê li Xan Yûnisê 6 malên ku sivîl lê dijiyan bombebaran kiriye û di encamê de herî kêm 21 kes ku di nav wan de zarok jî hebûn mirine û 79 kes jî birîndar bûn.
Mizgeftek din jî bombebaran kirin
Wezareta Karên Navxweyî ya Xezeyê ragihand ku Mizgefta El-Omerî ya ku li herêma Cîbaliya ya li bakurê Xeta Xezeyê ye ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatibû hedefgirtin, bi temamî hat rûxandin. Di daxuyaniyê de agahî nehat dayîn ka di êrîşê de mirî an birîndar hene an na.
Serokê Ofîsa Çapemeniyê ya Hikumeta girêdayê Hamasê ya li Xezeyê Selame Maruf di 18ê Çiriya Pêşiyê de gotibû, "Îsraîlê 10 mizgeft hilweşandine û bi dehan mizgeft û perestgeh zirar dîtin. Di nav wan de 7 mizgeft û dêrên dîrokî jî hene."
(AS/AY)