Fotograf: Rûdaw
Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê derbarê vîrusa Covîd-19ê daxuyanî daye û biryarên nû aşkere kiriye. Li gor biryarên nû, divê welatiyên Herêma Kurdistanê maskeyan bikarbînin û mesafeya civakî ya metrekê û nîvê pêkbînin. Her weha kesên ku maskeyê nedin ber devê xwe dê 20 hezar dînaran bê ceza kirin.
Kesên maskeyê nedin ber devê xwe dê bên ceza kirin
Di daxuyaniyê de biryarên ku hatine aşkere kirin ev in:
1- Asankarî ji bo çûnûhatina di navbera bajaran û îdareyên serbixwe de bê kirin.
2- Çûnûhatinê wê di navbera bajarên ser bi Herêma Kurdistanê û bajarên Iraqê de rêk bixin.
3- Veguhastina hêzên ewlehiyê di navbera bajarên Herêma Kurdistanê û bajarên Iraqê de dê rêk bixin.
4- Deriyên sînorî yên Perwîzxan, Serzêrî, Seyran Ben, Kêlî, Tewîle, Pişte û Şuşmê dê ji geştiyaran re girtî dimînin û tenê ji bo bazirganiyê vekirî be.
5- Deriyên sînorî yê Paşmax û Hacî Omeranî dê ji welatiyên Herêma Kurdistanê re yên li Îranê asê mane û dixwazin vegerin, vekirî be.
6- Welatiyên Herêma Kurdistanê yên xwendekarên zanîngeh û peymangehên Îranê ne, yan nexweş in û pêwîstiya wan bi serdana bijîşkên Îranê heye, bi riya sîstema rêpêdana elektironî dikarin daxwaza xwe pêşkêş bikin.
7- Her du balafirgehên navneteweyî yên Hewlêrê û Silêmaniyê di çarçoveya tedbîrên tendirustiyê de dê vekirî bimînin.
8-Hatina welatiyên Iraqê li deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl re asayî dibe û ji bo kesên biyanî jî, razemendiya Wezareta Navxwe pêwîst dibe. Welatiyên İraqî tên dikarinji bo çareserkirina nexweşî, bazirganî û xwendinê biçe.
9-Cîhên serxweşî, seredana goran, aheng û cîhên komî dê girtî dimînin.
10- Divê welatiyên Herêma Kurdistanê maskeyan bikarbînin û mesafeya civakî ya metrekê û nîvê pêkbînin. Her weha kesên ku maskeyê nedin ber devê xwe dê 20 hezar dînaran bê ceza kirin.
23 kesên din mirine
Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê amarên 24 demjimêrên bihorî yên Coronayê belav kir û ragihandiye. Li gorî daxuyaniya Wezaretê 535 haletên nû yên pêketina bi vîrusa Coronayê li her çar parêzgehên Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin û 26 kesan jî jiyana xwe ji dest dane, ku piraniya wan li Hewlêrê ne.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, di 24 demjimêrên derbasbûyî de 4,437 pişkinînên Coronayê li seranserê Herêma Kurdistanê hatine kirin, ku li gor encamên wan pişkinînan 535 haletên nû yên pêketina bi vê vîrusê hatine tomarkirin.
Wezareta Tendirustiyê dibêje, ji wan 535 kesên kun û bi Coronayê ketine, 219 kes li Hewlêrê, 107 li Silêmanî, 174 li Duhokê, 18 li Germiyan û 17 jî li Helebceyê ne.
Herwiha di 24 demjimêrên bihorî de 26 kes ji nexweşên Coronayê li Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane, ku 15 li Hewlêrê, 5 li Silêmanî, 2 li Germiyan, 2 li Raperîn û 2 kes jî li Duhokê ne.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê di 24 demjimêrên bihorî de 326 kes ji nexweşên COVID-19 jî baş bûne, ku 244 kes li Hewlêrê, 31 li Silêmanî, 31 li Germiyanê û 20 kes li Helebceyê ne. (AY/FD)
*Çavkanî: Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, K24, Rûdaw