Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Navxweyî, piştî civîna kabîneya Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî ê AKPê tedbîrên nû yên ji bo Covîd-19ê ji walîtiyên 81 bajaran re şandiye.
li gorî van tedbîran wê di rojên navbera 29ê Nîsanê û 17ê Gulanê de derketina derve bi temamî qedexe be.
Li gorî tedbîrên ku hatine aşkere kirin di rojên ku qedexekirina derketina derve heye de, cihên xwarin û vexwarinê dê tenê bi awayê paket servîs bixebitin.
Ji bilî qadên krîtîk ên weke tendirustî û asayişê, xizmetên li saziyên dewletê bi pîvana ku ji sedî 50yê personel derbas neke bi awayekî herî kêm dê berdewam kirin.
Hebûna rezervasyonê di tesîsên hêwirînê de di dema qedexeya derketina derveyê de dê mafê derketina derve û kirina geşte nav bajaran nede welatiyan.
Di dema qedeye derketina derveyî de tesîsên hêwirînê dê tenê xizmetê pêşkêşî kesên ku belgeya destûra geştê di rewşên mecbûrî de sitendine, bikin. Her wiha yên ku belgeya wan a destûra geştê nebe, dê nikaribin bilêta balafir, trên, keştî û otobusê bibirin.
Qedexeye derketina derve ya bi temamî di saet 19.00ê Pêncşema 29ê Nîsanê de destpêdike û heta saet 05.00ê Duşema 17ê Gulanê wê bidome.
(TP/AY)