Wezareta Karên Navxweyî aşkere kir ku di çarçoveya lêpirsînên li dijî wan de, çar serokên şaredariyan û cîgirekî serokê şaredariyê, wekî "tedbîra demkî" ji kar hatine dûrxistin.

Li Mersînê 3 şaredar jî di nav de 59 kes hatin desteserkirin
Navên ku ji kar hatine dûrxistin ev in:
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mersînê Vahap Seçer
Serokê Şaredariya Yenişehira Mersînê Abdullah Ozyigit
Serokê Şaredariya Mezitliya Mersînê Ahmet Serkan Tuncer
Serokê Şaredariya Eyupsultana Stenbolê Mithat Bulent Ozmen
Cîgirê Serokê Şaredariya Ataşehira Stenbolê Murat Guneş
Li gorî daxuyaniya wezaretê, Ozmen, Guneş û Ozyigit di 5ê Cotmehê de; Seçer û Tuncer jî di 6ê Cotmehê de bi biryarên dadweriyên cezê û aştiyê hatine girtin.
Wezaretê diyar kir ku pênc nav jî li gorî Xala 127an a Destûra Bingehîn û Xala 47an a Qanûna Şaredariyan a bi hejmar 5393an ji peywira xwe hatine dûrxistin.

Li dijî Şaredariya Eyupsultanê operasyon pêk hat: Saredar jî di nav de 28 kes hatin desteserkirin
(NÖ/AY)
