Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Meclîsa Şaredariya Dêrsimê bi piranîya dengên erê biryar dabu ku navê şaredarîyê biguherîne. Şaredarîyê xwestibû navê bi zimanê tirkî yê “Tuncelî” wek “Dêrsim” biguherîne.
Şaredarê Dêrsimê Mehmet Fatih Maçoğluyî dîyar kiribû ku meclîsa wan biryar daye lê ew ji bo guhertina navê şaredarîyê li benda erêkirina walîtîyê ne.
Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê ji ber vê biryarê lêpirsîn li ser şaredarîyê vekiriye.
Herweha şaredarîyê biryar dabû ku ew ê xizmetên bajarî zimanê kurdî jî bike.
Hikûmeta Tirkiyeyê sala 1935ê navê Dêrsimê wek Tuncelî guhertibû.
(AO/MB)
Bixwîne - Wêneyên berfê yên Wan, Dêrsim, Colemêrg, Îdir û Mûşê