* Fotograf: Özgür Alantor / AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Karên Navxweyî di çarçoveya têkoşîna li dijî Covid-19ê derbarê market û wesayîtên veguhestinê yên ku li nava bajêr û navbera bajaran dixebitin da, biryara zêdekirina tevdîrên nû stendîye.
Li gorî biryarnameyê, li bajar û navçeyan dê hemû market di navbera saetên 09.00-21.00an da xizmetê bidin.
Li biryarnameyê da hatiye diyarkirin, ji bo ku bi tenê bi qasî hejmara hatiye destnîşankirin mişterî di marketê da hebin, dê tedbîr werin sitendin. Heger di hundir da bi qasî hejmara destnîşankirî mişterî hebin, heta mişterî ji marketê dernekeve, yekî din dê neyê wergirtin.
Wesayîtên veguhestinê yên ku li nava bajêr û navbera bajaran dixebitin, dê bi qasî ji sedî 50yî kapasîteya veguhestina rêwiyan a ku di rûxsata wesayîtê da diyarkirî ye, rêwiyan qebûl bikin û her wiha di wesayîtan da şêweya rûniştina rêwiyan dê wisa were duristkirin ku temasa rêwiyan çênebe. (TP/AY/FD)