Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva de hat destnîşankirin ku ji ber geşedanên dawî yên li herêmê dibe ku rewşa ewlehiyê ya Libnanê bi lez xerab bibe.
Di daxuyaniyê de ji bo welatiyên Tirkiyeyê hatiye pêşnîyarkirin ku heta pêwîstî nebe ji geştên bo Lubnanê dûr bikevin û her weha di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Divê welatiyên me yên li Lubnanê hişyar bin, heta ku hewce nebe neçin bajarên Nebatiye, Başûrê Lubnanê, Bekaa û Baalbek-Hermelê. Kesên ku ne hewce ne ku li Libnanê bimînin, hê firînên bazirganî didomin, dixwazin bila ji wir derkevin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şopandina geşedanên li ser malperên fermî û hesabên medyaya civakî yên Wezaretê û Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Beyrûtê dê bi sûd bin û ji bo rewşên awarte hejmara telefona balyozxaneyê jî hat parvekirin.
DYA, Brîtanya û Fransa jî di nav de gelek welatan hişyarî dan welatiyên xwe ku ji Libnanê derkevin.