Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Tirkiyeyê biryar da ku vîzeya çûyina Amerîkayê nede. Li ser vê yekê Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Amerîkayê biryar da vîzeya hatina Tirkiyeyê nede.
Wezareta Karên Derve bangî misteşarê Balyozxaneya Amerîkayê, Philip Kosnettî kir ku biçe wezaretê.
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê rayedarên wezaretê ji Kosnetî re gotine biryara nedayina vîzeyê welatiyan mexdûr dike û rewşê aloz dike.
Hat eşkerekirin ku balyozê Amerîkayê yê li Enqereyê ji ber ku ne li Tirkiyeyê ye wezaretê bangî misteşarî kiriye.(EKN/MB)