Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokê Amerîkayê donald Trûmpî bi biryarnameyekê vîzeya çûna Amerîkayê ji bo welatiyên şeş welatan qedexe kiribû.
Dadgerê San Franciscoyê James Robartî ev biryar nehiqûqî dîtibû û dabû sekinandin.
Wezareta Dadê ya Amerîkayê daxwaza xwe bir dadgeha bilind. Wezaretê eşkere kiriye ku qedexekirin beşek ji desthilata hiqûqî ya serokî ye.
Di biryarnameyê de kîjan biryar hebûn?
Li gor biryarnameya serokê Amerîkayê Donald Trûmpî di 27ê Kanûna Paşiyê de îmze kiribû: Ji Sûriyeyê hatina penaberan hat sekinandin. Hemî daxwaz û serlêdanên penaberbûnê ji bo çar mehan hatin sekinandin.
Hatina penaberên ji Sûriyeyê “heta guherîneka berbiçav çênebe” hat qedexekirin.
Ji bilî wan kesên vîzeya dîplomatîk standîn hatina xelkê ji Iraq, Sûriye, Libya, Somalî, Sûdan û Yemenê hat qedexekirin. (AS/MB)