Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bertek nîşanî wê nivîsa Wezareta Dadê dan ku ji bo doza Selahattîn Demîrtaş Hevserokê Giştî yê HDPyê tê dadgehkirin.
Demîrtaş daxwaza beşdariya doza li 12emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Kayseriyê dike ku li wir tê dadgehkirin.
Li gorî daxuyaniya Kerestecîoglûyê Wezareta Dadê ji bo Demîrtaşî ji Serdozgeriya Komarî ya Kayseriyê re nivîseke bi sernavê “nepenî” şandiye û ev nivîs li Cıvata Giştî ya Parlamentoyê xwend. Di nivîsê de ji bo Demîrtaşî tê gotin, “Girtiyê ji ber sûcê endamtiya rêxistina terorê ya çekdarî di pozisyona milîtanî de ye…”.
“Ti kes nikare fermanê bide dadgehan”
Kerestecîoglû li Parlamentoyê derbarê mijarê de wiha axivî:
“’Kesê ji ber sûcê endamtiya rêxistina terorê ya çekdarî di pozisyona milîtanî de ye…”.’ Ev çi gotin e! Di gel ku Dadgeha Kayseriyê biryar girtiye Selahattîn Demîrtaşî bibin daneşînê Wezareta Dadê çawa dikare fermanê bide, çawa dikare nivîsa navborî bişîne hemû dadgehan? Ev li dijî xala 138 a Destûra Bingehîn e. Lewre ti sazî, kes nikare fermanê bide dadweran, dadgehan, nikare wan beralî bikin.”
“Dibe ku bibe sedema firar, egera êrîşê û xwenîşandana li ber edliyeyê…”
Parlamenterê HDPyê yê Mûşê Ahmet Yilidirim, ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş û yê Dîlokê Mahmût Togrûlî jî bertek nîşanî fermana derbarê Demîrtaşî de dan.
Çi bûbû?
Herdu hevserokên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag parlamenterên Şirnexê Ferhat Encû û Leyla Bîrlîk, parlamenterên Colemêrgê Selma Irmak û Abdullah Zeydan, parlamenterên Amedê Zîya Pîr, Idrîs Balûken, Nûrsel Aydogan û Îmam Taşçier, parlamenterê Enqereyê Sirri Sûreyya Onder û parlamentera Mêrdînê Gulser Yildirim di 4ê Çiriya Paşiyê de hatibûn desteserkirin.
Fîgen Yûksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Idrîs Balûken, Leyla Bîrlîk, Selma Irmak, Nursel Aydogan, Gulser Yildirim, Abdullah Zeydan û Ferhat Encû di heman rojê de hatibû girtin. (AS/FD)