Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Dadê bersiv nedaye pirsa derbarê rojnamegerên girtî de û gotiye ku “karê civakê bi vê zanyariyê nîne.”
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, di 7ê Îlona 2022yê de serî li Navenda Ragihandinê ya Serokomariyê (CIMER) dane. Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Dadê bersiv daye û gotiye, “Zanyariyên ku karê sazî û dezgehan, civakê pê neketiye, zanyarî û dokumanên bi tenê derbarê kar û barên personelan de ne û yên navxweyî ji derveyî mafê bidestxistina zanyariyan e. Lê mafê karmendên ku bandora van kar û baran lê dibe, heye.”
Alîkarê Wezîrê Dadê Akin Gurlek bersiva serlêdanê daye ku dadwerê gelek dozên rojnamegeran bû û gelek rojnameger bi cezayên girtîgehê ceza kiribû.
Di serlêdana CIMERê de hatibû pirsîn ku “Heta Îlona 2022yê çend girtî û hikûmxwar hene ku gotiye ew rojnameger e?”
Li gorî Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî ya 2022yê ya Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Tirkiye di nava 180 welatan de welatê 149an e. Li gorî RSFyê li Tirkiyeyê 9 rojnameger girtî ne. Li gorî Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) 18, li gorî Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) jî 38 rojnameger girtî ne. (HA/FD)