* Fotograf: AA Arşiv
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Dade aşkere kiriye, ji ber Cejna Qurbanê girtî û zîndanîkiriyên di girtîgehan de di meha Tebaxê de wê bikaribin bi malbatên xwe re du caran hevdîtinan pêkbînin.
Li gorî daxuyaniya Wezaretê, girtî di cejnê de di çarçoveya tedbîrên Desteya Zanistê a vîrusa Covîd-19ê de wê bikaribin ji malbata xwe bi du kesan re bi awayekî girtî hevdîtinê pêkbîne. Girtî wê bikaribin ji malbata xwe bi zarok, jin, dê, bav, nevî, bira, bapîr û dapîra xwe re hevdîtinê pêkbînin.
Hevdîtin wê di navbera 1-10ê Tebaxê û 15-31ê Tebaxê de pêkwere.
Dê lepik û maskeyan bidin malbatên girtiyan
Di dema serdanan de diyariyên ku ji bo girtiyan tên, dê li piştî 24 saetan bidin wan. Girtiyên ku tîna laşê wan zêde be û dikuxin wê rê neyê dayîn hevdîtinê pêkbînin.
Di dema hevdîtinê de wê lepik û maskeyan bidin malbatên girtiyan.
Di ketin û derketinan de li pêş deriyan ji bo mesafeya civakî wê tedbir bên stendin. (AS/AY/FD)