Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de aşkere kiriye ku 34 hezar endamên yekîneyên kurdan tevlî 3 hezar kelûpelên leşkerî ji ser sînorî vekişiyane.
Agirbesta 150 saetî ya li Rojavayê ya li gorî rêkeftina Soçiyê hatibû ragihandin, duh (29ê Çiriya Pêşiyê) saet di 18.00ê de bi dawî bû ku li Soçiyê di navbera Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê û Vladîmîr Pûtîn, Serokdewletê Rûsyayê de hatibû îmzekirin.
Sergey Şoygû, Wezîrê Berevaniya Rûsyayê di dema serdanên xwe yên li Rewana paytexta Ermenistanê de li ser rewşa rojavayê daxuyanî daye.
Sergey Şoygûyî gotiye, hêzên kurdan zû û berî dema diyarkirî bi dawî were ji ser sînorî vekişiyaye ku beriya dema hatiye diyarkirî bi demekê vekişiyane.
Şoygûyî diyar kiriye ku, "Vekişîna hêzên kurdan ji herêma ewle ya li bakurê rojhilatê Sûriyeyê berî teqwîmê qediyaye. Polîsên rûsî û pasevanên Sûriyeyê ketin wê derê."
Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê daxuyanî daye
Li gorî Ajansa Anadolûyê, Wezareta Berevaniya Neteweyî ragihandiye ku, "Di cîbicîkirina xalên mitabeqeta ku 22yê cotmehê digel Rûsyayê, derbarê rojhilatê Feratê hat kirin de, hessasiyeta pêwîst hat nîşandan."
Wezareta Berevaniya Neteweyî derbarê rêkeftina Soçiyê de daxûyanî daye. Di daxûyaniyê de wiha hatiye gotin:
"Di cîbicîkirina xalên rêkeftina ku 22yê Çiriya Pêşiyê digel Rûsyayê derbarê Rojhilatê Feratê hat kirin de, hessasiyeta pêwîst hat nîşandan. Di xelaseka mîada 150 saetî de, Rûsyayê ragihand ku YPG digel çekên xwe yên giran bi qasî kîlometroyî jêrtirê sînor û herwiha bo dervayê Minbic û Tilrifetê hatine vekişandin. Li rojava û rojhilatê qada Herekata Kaniya Aşitiyê bi qasî 10 kîlometro kûrahî, bajarê Qamişlo ne tê de, dê dewriyeyên hevbeş ên tirkan û rûsan dest pê bikin."
Çi bûbû?
22yê Çiriya Pêşiyê ya 2019ê Tirkiye û Rûsyayê li bajarê Soçiyê derbarê Sûriyê de rêkeftinek îmze kiribûn.
Rêkeftin ji 10 xalan pêk hatibû ku yek ji wan xalan vekişîna hêzên kurdan ji sînorê Tirkiyeyê bi kûrahiya 32 kîlometran bû.
Herwiha li gor rêkeftinê hêzên polîsên leşkerî yê Rûsyayê û pasevanên sînorî yên Sûriyê li ser sînor tên bicihkirin û li navçeyê bi kûrahiya 10 kîlometran jî dewriyeyên hevbeş ên tirkan û rûsan wê bigerin. (TP/FD)
Fotograf: AA