Wezareta Perevaniyê di daxuyaniyekê de diyar kir ku duh li Herêma Kurdistanê gerîlayên PKKyê êrîş kiriye û di encamê de leşkerê bipeyman Fevzî Kiziltaş birîndar bû. Li gorî heman daxuyaniyê Kiziltaşê li nexweşxaneyê dihate dermankirin, mir.
Wezaretê di heman daxuyaniyê de got serçawiş Necdet Çaliş û leşkerê bipeyman Emrah Gunduz di encama êrîşekê de mirin, 2 leşker jî birîndar bûn.
Artêşa Tirkan (TSK) di 28ê Gulana 2019an de li Zap, Avaşîn û Metînayê dest bi operasyoneke leşkerî kiribû. Operasyon heta niha berdewam dike. (AS/FD)