Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Bazirganiyê doz li Şîrketa Anonîm ya Anadolu Kulturê vekiriye û xwestiye ku were girtin. Osman Kavala, karsaz û mafparêzê ku digel biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya gotiye “mafên wî hatine binpêkirin” sê sal in li Girtîgeha Sîlîvriyê tê girtin, avakar û serokê lijneya rêveber ê wê ye.
Wezaretê bi sedema ku şîrket “xebatên xwe di bin navê komele û weqfê de û ne bi armanca qezenckirina pereyan dike” xwestiye were girtin.
Wezaretê îdia kiriye ku şîrket xebatan bi armanca civakî bi rê ve dibe û ev jî ne li gorî Xala 210an a Qanûna Bazirganiyê ya Tirkan (TTK) ye.
Saziya Anadolu Kulturê piştî ku derket holê Wezaretê daxwaza girtina wan kirie, daxuyaniyek weşandiye. Di daxuyaniya xwe de saziyê gotiye, “dewamiya wan bêhiqûqiyan e ku Kavalayî rastî wan tê.”
Anadolu Kulturê diyar kiriye ku sazî di sala 2002an de hatiye avakirin û ji wê çaxê û heta niha hemû xebatên xwe li gorî yasayan û bi zelalî bi rê ve biriye. Her weha di lêkolînên Wezaret û saziya MASAKê de ti sûcek nehatiye dîtin. Digel vê rewşê vekirina vê dozê ne li gorî hiqûqê ye.
Anadulu Kulturê wiha jî gotiye:
“Di dîroka Komara Tirkiyeyê de yekem doz e ku ji ber ‘şîrketek xebatên xwe di bin navê komele an jî weqifê de û ne bi armanca qezenckirina pereyan dike’ hatiye vekirin.” (HA/FD)