Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Meclîsa Şaredariya Bolûyê çend roj berê biryarek dabû û gotibû ku wê avê bi dolaran bifiroşin biyaniyan û bihayê mehrbirîna biyaniyan zêde kiribû.
Bixwîne - Li Bolûyê şaredarî wê avê bi dolaran bifiroşe biyaniyan
Wezareta Karûbarên Navxweyî, piştî van biryaran, lêpirsînname ji bo Şaredariya Bolûyê daye destpêkirin.
Wê di vê pêvajoya lêpirsînê de lê binêrin, bê ka biryarên Şaredariya Bolûyê dane, li dijî xala 10an a Dadgeha Destûrî ya “wekheviya li pêş qanûnan”, Xala 3 û 5an a Qanûna Saziya Wekhevî û Mafên Mirovan a Tirkiyeyê ya “xala wekheviyê û qedexeya cidakariyê”, Xala 122an a Qanûna Cezayan a Tirkan ya “nefretkirin û cidaxwaziyê”, xala 216an a heman qanûnê ya “belavkirina kîn û dijminatiyê ya di nava gel û biçûkxistina gel” û Xala 257an a heman qanûnê ya “bikaranîna wezîfeya xwe ji bo tiştên dijyasayî” ye yan na.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, piştî vê lêpirsînê, wê encam bi raya giştî, saziyên peywendîdar û saziyên fermî re werin parvekirin.
Di vê navberê de Saziya Mafên Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyeyê (TIHEK) jî duh bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku ew ê lêkolînê li ser biryarên Şaredariya Bolûyê bikin.
Çi bûbû?
Meclîsa Şaredariya Bolûyê pêşniyarên cidaxwaz ên Şaredarê Bolûyê, Tanjû Ozcanî yên derbarê biyaniyan de qebûl kiribû.
Tanjû Ozcan bi gotinên xwe yên nîjadperest û zayendperest tê naskirin.
Di 22ê Çiriya Paşiyê de 2yem Civîna meha Çiriya Paşiyê ya Şaredariya Bolûyê pêk hatibû. Tanjû Ozcan, Şaredarê Bolûyê jî weke serok beşdarî civînê bûbû.
Tanjû Ozcanî beriya niha xwestibû ku avê deh qatan zêdetir bifiroşin kesên biyanî û heqê mehrbirîna biyaniyan jî zêde bikin.
Di civîna Meclîsê de ev pêşniyarên Ozcanî bi pirdengî hatibûn qebûlkirin. Li gorî vê biryarê wê metrekupa avê bi 2 dolar û nîvan bifiroşin biyaniyan.
Her weha kesên biyanî, dema bizewicin wê heqê mehrbirînê 100 hezar lîreyê tirkan bidin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, koma Hevbendiya Komarparêz li dijî vê biryarê derketine lê daxwaz bi dengên endamên koma Hevbendiya Gelparêz hatine qebûlkirin.
Piştî qebûlkirina pêşniyaran Tanjû Ozcanî ji rojnamegeran re wiha gotibû:
“Dema du biyanî li Bolûyê ji bo zewacê serî li şaredariya me bidin, me heqê mehrbirînê kir 100 hezar lîre. Me bi pirdengî ev biryar da. Mijara duyem jî standina heqê avê ya ji biyaniyên li Tirkiyeyê mafê wan ê manê heye ku wê li gorî 2 dolar û nîvan were hesabkirin. Ev ne ji bo hemû biyaniyan e. Ji bo wan biyaniyan e ku li gorî qanûna hejmar 4658an mafê wan ê manê heye. Ev biryar ne ji bo wan kesan e ku statuya wan a penaber an jî koçberiyê ya li gorî Peymana Cenêvê heye û penaxwazên ku li gorî pîvanên Neteweyên Yekgirtî tên parastin. Yanî ji bo wan kesan e ku li Bolûyê mafê wan ê manê ango danişînê heye.” (TP/FD)