Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Engîn Karataşê li Bodrûmê, navçeya Mûglayê dersdar bû, roja 29ê Çiriya Pêşiyê ya 2016an bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnan de (KHK) ji kar hatibû dûrxistin. Karataşî serî li Komîsyona Rewşa Awarte dabû lê bi sedema ku Karataş li qada Bodrûmê çalakiyek li dar xistiye û gotiye “ez karê xwe dixwazim”, Komîsyonê daxwaza wî qebûl nekiribû.
Karataşî li dijî vê biryarê doz vekiriye.
22yem Dadgeha Rêveberiyê ya Enqereyê ji Wezareta Perwerdeya Netewî (MEB) re nivîsek şandiye û ew dokûma jî wan xwestine ku bê ka weke tê îdiakirin têkiliya Karataşî bi “DHKP-Cyê re heye yan na.”
Lijneya Kontrolkirinê ya Wezareta Perwerdeyê di 27ê Tîrmeha 2021an de nivîsek şandiye dadgehê û gotiye, di destê wan derbarê îddiayên ku Komîsyona Rewşa Awarte aniye ziman de rapor, zabitname û dokumaneke din nîne.
Lê Komîsyona Rewşa Awarte ji Wezaretê re nivîsek şandibû û îdia kiribû ku di dosyeya personel a Karataşî de têkiliya wî ya bi rêxistinê re hatiye diyarkirin.
Karataşî derbarê mijarê de got: “Wezaretê gotiye dokuman û lêpirsînname nîne. Yanî Komîsyon dibêje dokuman heye, Wezaret dibêje nîne. Ger dokuman nîne, Komîsyon çima dibêje heye? Ger belge hebe Wezaret çima dibêje nîne?” (AS/FD)