Fotograf: Özge Elif Kızıl - AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Malbatan û Xizmetguzariya Civakê derbarê wan zarokan de daxuyaniyek weşandiye ku di erdhejê de mexdûr bûne. Li gorî vê daxuyaniya Wezaretê hîna 81 zarok hene ku nasnameyên wan diyar nebûne. Wezaretê ev daxuyanî li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê weşandiye.
Wezaretê diyar kiriye ku hezar û 911 zarok li herêmên erdhejê di bin kavilan de hatine derxisin û hezar û 543 ji wan radestî malbatên wan kirine.
Her weha 95 zarok piştî dermankirinê, di bin kontrola Wezaretê de e û dermankirina 273 zarokan dewam dike.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku nasnameyên 1830 zarokan diyar bûne û hîna 81 zarok hene ku nasnameyên wan diyar nebûne. (AÖ/FD)