Fotograf: MA
Wesayita polîsan a bi markeya Rangerê li ser rêya Hevrişimê ya Geverê li zarokekî 17 salî daye. Zarokê bi navê H.A. di encama bûyerê de bi giranî birîndar bûye.
Navenda Dokumantasyonê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) di raporeke xwe de diyar kiriye ku di navbera salên 2008 û 2021ê de, bi kêmanî 76 wesayitên zirxkirî li mirovan dane. Di encamê de 20 jê zarok, 42 kes mirine. Di çar salên dawiyê de jî 14 jê zarok, 50 kes birîndar bûne, 9 jê zarok 18 kes mirine.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, H. A. birine Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Ji ber rewşa wî giran e, ew şandine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêmî ya Wanê. (FD)