Jorge luis borges, Dostoyevski, Çehov, George Orwell…Weşanxaneya Yabayê, çîrokên 18 nivîskarên cîhanê di pirtûkekê de kom kiriye û çap kiriye. Weşanxaneya ku ji sala 1979ê û vir ve kovara Yaba Edebiyatê diweşîne, di vê pirtûkê de cî daye wan çîrokan ku her di kovara navborî de hatine weşandin.
Bijarteya ku hatiye weşandin xwendevanan di nava rûpelên dîrokê û çîrokê de digerîne. Bi van çîrokan re xwendevan geh bi Borgesî re diçe Amerîkaya Latîn û li Buenos Airesê berê wan dide şerê kêrbazan. Di çîrokeke din de ji devê Fyedor Dostoyevskiyî xizaniya civaka Rûsyayê ya serdema ku tê de jiyaye xwendevan dibihîze. Alberto Moravia behsa pêşketinên di nava civaka Îtalyayê dike û Weşanxaneya Yabayê bi vê pirtûkê careke din deriyê çîrokan li ber xwendevanan vedike û dihêle t’ema çîrokan bigihêje wan.
Hemû çîrokên ku hatine çapkirin, ji hêla Yaşar Gunençî ve hatine wergerandin û pirtûk ji hêla Azîz Aydin Doganî ve hatiye amadekirin.
Niviskarên ku çîrokên wan di pirtûkê de cî girtine ev in:
Jorge Luis Borges, Fyedor Dostoyevski, Alberto Moravia, Andre Mauris, Antonin Artaud, Anton Çehov, W. Somerset Maugha, D. Herbert Lawrence, Elio Vittorini, Ernest Hemingway, Erskine Caldwell, Graham Greene, Monseigneur De Thianges, Thedor Kallifatides, Katherine Mansfield, Guy De Maupassand, Lu Sin, George Orwell. (FD)