Weşanxaneya Nûbiharê seta pirtûkên zarokan a bi navê “Hevala Min Dilşa” weşandiye. Seta ku ji 6 pirtûkan pêk tê, ji almanî ji bo kurdiya kurmancî hatiye wergerandin.
Liane Schneider nivîskara pirtûkên orîjînal e ku pirtûk weke serpêhatiyên Conni tê zanîn û ji almanî ji bo gelek zimanên din jî hatine wergerandin. Her weha seta ku Eva Wenzer-Bürgerê wêneyên wê xêz kirine, weke xêzefîlm, rêzefîlm û fîlman jî hatiye weşandin.
Weşanxaneya Nûbihar derbarê vê setê de ev zanyarî dane: “Dilşa, qehremana sereke ya van pirtûkan e. Dilşa, di her pirtûkekê de bi serborî û tecrûbeyên nû, gav bi gav jiyanê nas dike û pêşve diçe. Dilşa û hevalên xwe, ev 30 sal in ku li Almanyayê rêbertiya zarokan dikin û dinyaya wan dixemilînin. Ev 6 pirtûkên pedagojîk, ji seteke Almanî ya pir meşhûr û serkeftî hatine bijartin.”
"Min xwest bibim alîkarê zarokên me"
Dr. Abdûllah Încekan, Selman Dilovan û Asli Kayayê set bi hev re wergerandine. Pedagog û zimannas Dr. Abdullah İncekanê ku di heman demê de edîtoriya pirtûkan kiriye derbarê setê de gotiye: “Bi amadekirina van kitêban min xwest bibim alîkarê zarokên me, yên 3 hetanî 6 salî. Lewra zarokên me pêşeroja me ne û divê em bi zimanê xwe bingeha kesayetiya wan daynin. Em Kurd zêdetir muhtacî vî tiştî ne, ji ber ku bi zimanê me perwerdeya zarokên me tune.”
İncekan bal kişandiye ser giringiya xwendinê û di vê rolê de cihê dê û bavan: “Perwerde û perwerdeya xwendinê beriya salên dibistanê dest pê dikin. Çawa bi hal û tevgerên xwe, bi kirin û mîzaca xwe em bingeha kesayetiya zarokên xwe datînin, her wisa bi gotina çîrok û çîrvanokan, metelok, stran û helbestan, bi hebûna kitêb û çîrokên bi deng em tesîreke pozîtîf li wan dikin.”
Încekanî diyar kiriye ku ew dixwaze 94 pirtûkên din ên vê setê jî wergerîne.
Seta Hevala Min Dilşa ji van şeş pirtûkan pêk tê:
* Dilşa hînî ajotina biskilêtê dibe / Werger: Abdullah İncekan
* Dilşa diçe bexçeyê heywanan / Werger: Selman Dilovan
* Dilşa futbolê dilîze / Werger: Selman Dilovan
* Dilşa li nexweşxaneyê ye Nivîskar: / Werger: Aslı Kaya
* Dilşa wenda dibe / Werger: Abdullah İncekan
* Dilşa dest bi dibistanê dike / Werger: Abdullah İncekan
(FD)