Weşanxaneya NAyê du pirtûkên nû weşandine.
Yek ji van pirtûkan romana Mahîr Bagokî ye ya ku navê wê “Çavqirpandina Bêriyê” ye. Bagokê ku nêzîkî neh sal in girtî ye pirtûka xwe li ser jiyana rojane û takekesiya Jîrzanî, Gulbêrî û Bozê honandiye. Di paşxanê de salên notî yên di nava şer û pevçûnan de derbas bûne, heye
"Şibake"ya Serdar Komurcuyî jî hatiye weşandin
Pirtûka din jî ya Serdar Komurcuyî ye ku ji çîrokan pêk hatiye. “Şibake” him navê pirtûkê ye him jî navê çîrokê ye. Çîroka navborî di 11em Pêşbaziya Çîrokan a Şerzan Kûrtî de hêjayî xeletê hatibû dîtin. Serdar Komurcuyê du salan li ser hevdu di vê pêşbaziyê de xelat bidestxistine, pirtûka xwe diyariyî Şerzan Kûrtî kiriye. Serdar
Derbarê Mahîr Bagokî de
Nêzîkî neh sal in girtî ye. Di sala 1981ê de li Nisêbîna Mêrdînê ji dayik bûye. Çîrok, helbest û roman, tev li ser hev 10 berhemên wî hatine çapkirin.
Derbarê Serdar Komurcuyî de
Di sala 1986an de li gundê Germika Jor a Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê jidayik bûye. Dibistana seretayî li Germika Jor xwendiye. Dûre jî dibistana navîn, li gundê Tilbisim berdewam kiriye. Lîse li Dêrik a Çiyayê Mazî û zanigîngehe jî li Zanîngeha Mêrsînê Mamostetîya Kombersê (Kompûter) xwendiye. Li navçeya Dêrikê çar salan dersdarî kiriye. Di 2016an de ji karê xwe hatiye dûrxistin û dûre jî di sala 2017an de sirgunî Anatoliya Navîn, Aksarayê bûye. Li navçeya Amedê Bismilê pênc salan karê xwe yê dersdariyê kiriye. Dûre jî tayîna wî çû navçeya Qoserê. Berhemên wî bi tirkî û kurdî hatine çapkirin.
(FD)