Weşanxaneya Lîsê pirtûkên Emerîkê Serdarî yên bi navê “Hisreta Emir”, “Keşkûl” û “Mikurî” çap kir.
Li gorî metnê danasînê yê ku weşanxaneyê amade kiriye: “Hisreta Emir xelekek ji berhemên Emerîkê Serdarî ye. Nivîskar serpêhatî û tiştên bihîstî kirine mijarên nivîsên xwe û bi zimanekî resen ev serpêhatî vehûnaye. Di beşên ‘Nexş û Nîgarên Hûr’ û ‘Laqirdîyên Edebîyatê’ de bi kurtayî bahsa hin mijaran kiriye û a xwe gotiye. Wekî din di çîroka ‘Rêya Pêşîyên Min’ de bi hûrgilî behsa jîyana gundan, karên gundan û têkilîyên gundîtîyê kiriye. Di vê berhemê de çend çîrokên kurt, kurtenivîs û çîrokeke dirêj hene.”
“Hêmanên Keşkûlê tev zargotinî ne”
Weşanxaneyê ji bo pirtuka bi navê “Keşkûlê” de jî wiha nivîsiye: “Ji bilî çend serborî û şirovekirinan hêmanên Keşkûlê tev zargotinî ne. Keşkûla Emerîkê Serdar mîna tûrê derwêşan e ku wî di heyama jîyana xwe de ev tûrik ji milê xwe danenîye û her tiştekî tê de ji malekê, gundekî û devereke cuda berhev kiriye. Nivîskar ev hêman li malê ji hev veqetandine paşê her yek kiriye kîsikê wan û hilanîne ji bo rojeke wekî îro ku xwendevan, nivîskar û lêkolînvan karibin devê van kîsikan vekin û wekî cotkaran bi jîrî li nava zevîya wêjeya Kurdî bireşînin.”
"Di Mikuriyê de Emerîkê Serdarî behsa jiyana xwe kiriye”
“Emerîkê Serdar di Mikurîyê de li xwe mikur hatiye û bahsa jîyana xwe, hevalên xwe, jîyana heyama ‘Şêwristanê’ û gelek tiştên cuda kiriye. Nivîskar di beşeke vê berhemê de bahsa despêkirina nivîskarîya xwe û nivîs û berhemên xwe jî kiriye. Ji ber hûrgilîyên di vê beşê de, em karin bibêjin ku ev berhem kilîta derîyê zelalkirina serborî û çîrokên ku di berhemên wî ên din de hatine nivîsandin e. Ji ber rûyê nasnameya nivîskar a rexnekarîyê hûn ê di vê berhemê de rexne û nirxandinên li ser hin nivîskar û berhemên wan jî bixwînin.”
Derbarê Emerîkê Serdarî de
Nivîskar û rojnamevanê Kurd Emerîkê Serdar 19yê Sibatê ya 2018yê li bajarê Xarkovê yê Ûkraynayê çûye ser dilovaniya xwe ku dema çûye ser dilovaniya xwe 83 salî bûye.
Emerîkê Serdar di 8ê Sibatê ya 1935an de li gundê Pampa yê nehiya Aparanê ya Ermenistanê ji dayik bûye. Emerîkê Serdarî dibistana seretayî li gundê xwe û dibistana navîn jî li gundê Elegezê xwendiye. Nivîskarê kurd di sala 1959an de li Enstîtuya Ermenistanê li Fakulteya Dîrokê û Fîlolojiyê beşa pedagojiyê xwendiye. Emerîkê Serdar demeke dirêj di beşa kurdî ya Radyoya Êrîvanê de kar kiriye û di sala 1962yan de karê redaksiyonê yê rojnameya ‘Rya Teze' meşandiye. Ji sala 1965an û pê de endamê Yekîtiya Rojnamegerên Ermenistanê bû û ji sala 1995an û pê de jî endamê Yêkîtiya Nivîskarên Ermenistanê bû. Di heman demê de endamê PENa Kurd bû. Emerîkê Serdar 12 pirtûkên serpêhatî û çîrokan nivisiye û bi sedan gotar ji bo rojname û kovaran amade kiriye. (FD)