Weşanxaneya Aramê 6 pirtûkên nû yên bi navê “Xêr û Serên Dûrî Çavan, Jana Dil, Berfederya, Mistek Ronahî, Dildarê Serkeftinê û Xendeka Biloka” çap kir.
Pirtûkên Aramê weşandine ev in:
"XÊR Û SERÊN DÛRÎ ÇAVAN'
"Xêr û Şerên Dûrî Çavan" pirtûka yekem a Huseyin Ozsoy e. Ozsoy ku bi romana xwe gav avêtiye nav nivîskariyê, yekî girtiye. Ew 29 sal in girtî ye û ji vê ceribandinê û têkoşîna heyî romana xwe rêstiye.
"JANA DIL"
"Jana Dil" ji aliyê Hasan Beyret ve hatiye nivîsandin. Beyret 30 salan girtî ma ye. Piştî ku kurê wî Bedri li nav têkoşînê canê xwe ji dest dide ew vê roman-bîranînê dinivîse. Di roman-bîranînê de êşên bavekî û hesreta li kurê wî heye.
"BERFEDERYA"
"Berfederya" ji aliyê Yusuf Karataş ê ku ev 31 sal in girtî ye ve hatiye nivîsandin. "Berfederya" pirtûkek çîrokan e û têde 13 çîrokên cur bi cur cih digirin.
"MISTEK RONAHÎ"
Mistek Ronahî / Dilopek ji bîranînên hevaltiyê" ji aliyê du kesan, Resul Baltaci û Fikret Karakoç ve hatiye nivîsandin. Ev pirtûkek mîzahî ye, çîrokên di demen cuda de hatine jiyîn bi zimanê mîzahî hatine pêşkêş kirin. Her du nivîskar jî ev nêzî 30 salan in girtî ne û di pirtûkê de hem mîzaha li ser xalên li nav têkoşînê, hem ji nav girtîgehê cih digirin.
"DILDARÊ SERKEFTINÊ"
Pirtûka "Dildarê Serkeftinê" ji aliyê Mahmut Aba ve hatiye nivîsanrin. Nivîskar di vê romana xwe de dide dû şopên demên berê, çîrokên hatine ji bîr kirin û çîrokên berxwedanê.
"XENDEKA BILOKA"
Ji pirtûkên ku Aramê niha çap kirine tenê nivîskarê pirtûka "Xendeka Biloka/Gora Komî" li der ve ye yên din girtî ne. Ev pirtûka "Xendeka Biloka-Gora Komî" ji aliyê nivîskarê Diyarnameyê Hogir Berbir ve hatiye nivîsandin. Berbir xwendevanan dibe serdema destpêka derbeya 12'yê Rezbera 1980'yî û bûyera ku li Biloka qewimiye radixe ber çavan.
*Çavkanî: Diyarname