Weşanên Vateyê ‘Fonolojiya Zazakî’ çap kir
Weşanên Vateyê pirtûka ‘Fonolojiya Zazakî’ çap kir. Pirtûk akademîsyen Ahmet Kirkan amade kiriye.
![Weşanên Vateyê ‘Fonolojiya Zazakî’ çap kir](https://static.bianet.org/haber/2024/05/13/wesanen-vateye-fonolojiya-zazaki-cap-kir.jpg)
Weşanên Vateyê pirtûka ‘Fonolojiya Zazakî’ çap kir.
Kirkan di berhema xwe da li ser fonetîka diyaelekt û zaraveyên Zazakî/Kirmanckî yên Çewlîg, Dêrsim û Siweregê xebitîye.
Herwiha akademîsyen Kirkanî li ser fonem yanî dengên Kurmancî, Zazakî, Soranî û Hewramî jî xebitîye û ew li gorî zanista fonetîkê nirxandine û rave kirine.
Ahmet Kirkan aniha li Zanîngeha Mardin Artuklûyê akademîsyenê Beşa Ziman û Edebîyata Kurdî ye.
Berhemên wî:
- Destpêka Edebiyata Klasîk û Zazakî û Bîyîşa Osman Efendî
- Rêzimana Kurdî
- Zazakî û Malmîsanijî Ser o Meqeleyî
Ji bilî van xebatan çendîn gotarên wî yên li ser zimannasî û edebiyata klasîk a kurdî, di çendîn kovar malperên akademîk da çap bûne.