Kilam, zêmar, stran û dûrikên li herêma Dêrsimê tên gotin di pirtûka bi navê “Kilamên Dêrsimê” de hat weşandin. Pirtûka ku ji hêla Husniye Aydinê ve hatiye amadekirin ji hêla Weşanên Lîsê hatiye weşandin.
Di pirtûka 88 rûpelî de bi dehan kilam, zêmar, stran û dûrikên Dêrsimê hatine berhevkirin. Berhevkara pirtûkê Husniye Aydin ji bo vê xebatê 20 salan kar kiriye û li gelek gundan geriyaye da ku ji kilambêjan ve kilam, zêmar, stran û dûrikan berhev bike.
Husniye Aydinê ji bo danasîna pirtûkê wiha nivîsiye:
“Wekî şênîyên Dêrsimê me berê di civînên xwe de, di şînên xwe de, di şayî û dawetên xwe de, di serdana nexweşên xwe de, di kar û barên xwe ên derve û di ayînên xwe ên dînî de her tim dûrik, zêmar, kilam û stran digotin. Min rojekê ferq kir ku ev rîtûelên ku min li jorê behs kir her ku diçe kêm dibin. Min wê çaxê biryar da ku berhevkarîya vê gencîneya bêhempa a herêma Dêrsimê bikim ku nevîyên me jî karibin mîna me kilaman bibêjin û bistrên û ev kilamên ku ji zaroktîya min mayî tu carî winda nebin.
“Elbet ev xebata min keda bîst salan e. Ez li gelek gundan gerîyam û min ji gelek kilambêjan gelek kilamên ciyawaz berhev kirin. Ev xebata han li ber gencîneya kilamên tevayîya welêt zahf hindik e. Lê ez hêvî dikim ku ew ê xwendevan û kilamhez ji xebata me hez bikin û bi kêfxweşî bixwînin.” (FD)