Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Hayatin sesî, Azadî TV, Jiyan TV, Van TV, TV10, Denge TV û Zarok TV jî tê de weşana 10 televizyonan a li ser TURKSATê hat sekinandin.
Ji bo navenda televizyonan ti agahî nehatine şandin. Serokê RTUKê(Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan) Îlhan Yerlîkayayî eşkere kiriye ku ev biryar bi Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnan De, hatiye dayin.
Birêvebiriya Hayatin Sesîyê dan zanîn ku televizyona wan ji ber Rewşa Awarte bi fermana serokwezîrîyê hatiye girtin.
Hayatın Sesi yayını OHAL kapsamında Başbakanlık emri ile durduruldu. İnternet üzerinden yayın yapmaya devam ediyoruz https://t.co/HJUuUN1aXg
— Hayatın Sesi (@hayatin_sesi) 28 Eylül 2016
Hayatin sesî weşana xwe li ser malpera hayatin-sesi.net dike.
Yayın durdurma gerekçeleri resmi olarak iletildiğinde izleyicilerimizle paylaşacağız. https://t.co/AzM9UUKzRE ten takip edebilirsiniz
— Hayatın Sesi (@hayatin_sesi) 28 Eylül 2016
Zarok TVyê daxuyaniyek da
Li ser navê Zarok TVyê, Dîlek Demîrtaşê ji IMC TVyê re got: ‘’Ji bo me ti agahî nehatiye dayin. Ti teblîxat nedane me. Em bi birêvebirên RTUKê re axivîn, wan got ev biryar bi Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnan De, hatiye dayin. ‘’
Zarok TVyê di 21ê Adara 2015ê de dest bi weşanê kiribû û ew yekem û yekane televizyon e ku li Tirkiyeyê bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî ji bo zarokan weşanê dike.(HK/MB)