Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Tirkiyeyê 7 jê yên rûman, 54 jê yên ermenan, 19 jê yên mûsewiyan, 10 jê yên suryanan, 3 jê yên keldaniyan, 2 jê yên bûlgar, gurcî û marûniyan li ser hev 167 weqfên cemaetên kêmneteweyan hene.
Lê ev neh sal in ku rêziknameya hilbijartinê nehatiye amadekirin. Bi vê rêziknameyê wê cemaetên kêmneteweyan bikaribin nûnerên xwe hilbijêrin.
Di sala 2013ê de biryarnameya hilbijartinê hatibû betalkirin û ji wê rojê ve ye ku rêveberiyên weqfan ên civakên kêmneteweyan di nava zor û zehmetiyan de kar dikin.
Di 11ê Adara 2019ê de biryarnameyeke demkî derxistin lê dîsa jî pirsgirêk nehatine çareserkirin. Midûrê Giştî yê Weqfan, Bûrhan Ersoyî diyar kiribû, wê rêzikname di meha Nîsanê de derkeve û niha çavê herkesî lê ye ku rêzikname amade bibe. Lê hêvî ji zû de ye têk çûne.
Ender: Binpêkirina mafan e
Parêzer Rîta Enderê ji bianetê re got ku rêziknameya hilbijartinê ya weqfên kêmneteweyan hatiye betalkirin û li şûna wê yeke din nehatiye û berî her tiştî bi vê re Destûra Bingehîn hatiye binpêkirin.
Wê diyar kir, “bi rêya betalkirina rêziknameya hilbijartinê re di rastiyê de; mafên bingehîn ên Destûra Bingehîn; azadiya ol û wicdanan, azadiya avakirina komeleyan û mafên hilbijartin û hilbijirînê û yê xebatên siyasî tên binpêkirin."
Her weha got ku paşê jî ev rewş li dijî Peymana Aştiyê ya Lozanê ye.
Di Plana Çalakiyan a Mafên Mirovan de çi hene?
Rêziknameya hilbijartinê ya weqfên kêmneteweyan di nava Plana Çakaliyan a Mafên Mirovan de jî cih girtibû ku ev plan di Adara 2021ê de hatibû aşkerekirin. Ev plan di 30ê Nîsanê de li ser Rojnameya Fermî hatibû weşandin û ketibû meriyetê. Bi vê planê re hatibû diyarkirin ku wê di Rêziknameya Weqfan de guhertin çêbibin.
18 roj hene ku ev dema hatiye diyarkirin bidawî bibe. Midûrê Giştî yê Weqfan, Bûrhan Ersoyî di meha Kanûna Pêşiyê de diyar kiribû ku wê bigihêje meha Nîsanê. Nayê zanîn ku wê soza wî bicih were an na. Ji ber ku hîna naveroka rêziknameyê ji rêveberên weqfan an jî bi nûnerên civakan re jî parve nekirine.
Aslangîl: Ti sedem li ber amadekirina wê nîne
Parêzer Sebû Aslangîl got ku ti sedem li ber amadekirina rêziknameyeke bi vî rengî ya di 9 salan de nîne. Ji ber ku piştî rêzikname bi rengekî fermî were betalkirin, divê di nava 6 mehan de rêziknameyeke nû bê weşandin.
Aslangîlî diyar kir ku ji ber weqfên civakên kêmneteweyan nikarin rêveberan hilbijêrin karûbarên xwe jî nikarin baş bikin û weqfan dikarîbûn hilbijartin bikirana nê êdî nikarin. (HA/FD)