Weqfa Mezopotamyayê ji bo gihandina berhevkaran, bi beşdariya folklorîst û akademîsyenan kursa onlîne li dar dixe.
Weqfa Mezoptamyayê, 12 sal in li ser ziman û folklora kurdî kar dike. Weqf di vê çarçoveyê da her sal ji bo gihandina berhevkaran li ser folklora kurdî bi beşdarîya gelek folklorîst û akademîsyenan kursan li dar dixe. Her wiha kovara bi navê “Folklora Me” û “Folklor û Ziman” derdixe. Xwendekarên beşdarî van kursan dibin û sertîfîkayan distînin dest bi berhevkarîyê dikin. Xebatên berhevkar amade dikin ji alîyê Weqfê ve têne çapkirin.
Weqfa Mezopotamyayê heta niha 5 kurs rûbirû, 4 onlîne çê kiriye, niha kursa 5an ya onlîne çê dike û heta niha bi dehan berhevkar gihandiye. Kursa onlîne dê di 8ê Mijdara 2025'an de dest pê bike û heya 12ê Kanuna Pêşiya 2025'an bidome. Kurs dê 5 hefteyan dewam bike û hefteyê çar rojan dê di danê êvarê de bên dayin.
Her weha kontenjana kursê bi 100 kesî bisînorkirî ye. Kesên dixwazin tev li kursê bibin, beriya ku dîroka serlêdanê derbas bibe, heta 2ê Mijdara 2025an divê serî lê bidin.
Kursiyer di pêvajoya perwerdeyê da, dê hînî rê û rêbazên berhevkirina folklorê, mijar, cure û teoriya folklorê, li gor serdeman dabêşkirina xebatên folklora Kurdî, devokbûn; taybetmendî û pratîka civakî-çandî, rê û rêbazên deşîfrekirina berhemên edebiyata gelêrî û nexşerêya xebatê ya monografiyên gundan, şairî û dengbêjî di edebiyata devkî da, heyranok di edebiyata Kurdî ya gelêrî da û teknîka qeydkirinê, dibin. Dersdarên kursê tev ji akademîsyen û mamosteyên pisporên folklorê pêk tên û xwedî tecrubeyên bi salan in.
Sertîfîka
Piştî perwerdeyê, kesên ku heqê wergirtina sertîfîkayê bi dest xistibin, dê sertîfîkayên wan bê dayîn û bi awayekî pispor bikarin derkevin sehayê bi profesyonelî karê berhevkariyê bikin.
Weqfê, gihandina berhevkaran û berhevkirina keresteyên folklorê xistîye nava armancên xwe yên pêşîn û her sal kursên folklorê bi awayekî rêkûpêk çê dike.
Dersdêr û naverok
Hîkmettîn Atli, Bahoz Baran, Ramazan Pertev, Gulistan Sido, Rêdî Seîd, Necat Keskîn, Mehmet Yildirimçakar, Yahya Yavuz, Omer Delîkaya, Kenan Subaşi û Abdurrahman Gok dê dersên “Rê û Rêbazên Berhevkariya Edebiyata Gelêrî”, “Edebiyata Gelêrî û Cureyên Wê”, “Rê û Rêbazên Deşîfrasyona Berhemên Edebiyata Gelêrî”, “Nexşerêya Xebatê ya Monografiyên Gundan”, “Heyranok Di Edebiyata Kurdî ya Gelêrî de”, “Folklor û Teorî”, “Dabeşkirina Xebatên Folklora Kurdî li Gor Serdeman”, “Şairî û Dengbêjî di Edebiyata Devkî de”, “Devokbûn: Taybetmendî û Pratîka Civakî-Çandî”, “Mîtos û Folklora Kurdî” û “Teknîkên Qeydkirinê û Bikaranîna Cîhazan” bidin.
Ji bo serlêdana kursa online bitikîne
Bernameya kursa online weha ye:

(AY)

