Weqfa Ismaîl Beşîkçiyî Rapora "Komxebata Online ya Diyaloga Civaka Sivîl ya 2020an" weşandiye.
Komxebata Diyaloga Civaka Sivîl, di navbera 19-20ê Îlona 2020an de wekî rêze-civînên nîvrojane yên online, bi pêşengiya Weqfa Îsmaîl Beşîkçiyî (WÎB) û bi piştgiriya Nûnertyiya Tirkiyeyê ya Friedrich-Ebert-Stiftung hatibû pêkanîn.
Di encama vê komxebatê de nîqaş, nêrîn, pêşniyar û daxwazên ku derketine holê weke rapor hatiye amadekirin û ev rapor ji aliye Weqfa Îsmaîl Beşîkçiyî ve hatiye weşandin.
Saziyên civaka sivîl yên ku li Stenbol, Amed û derveyî welêt, di qadên ziman, dîrok, çand, huner û edebiyata kurdî de xebatan dikin beşdarî vê komxebatê bûne ku ew ev in:
Şermola Performans, Komeleya Danasîna Sermiyana Îsmet Şerîf Wanliyî û Perwerdehî, Çand û Pêşvebirina Mafên Mirovan, Enstîtûya Lêkolînên Civakî û Siyasî ya Diyarbekirê (DİSA), Yekeya Lêkolînên Çandên Tirkiyeyê ya Zanîngeha Bilgiyê (TÜKAB), Weqfa Mezopotamyayê, Koma Xebatê ya Vateyê û Weşanxaneya Vateyê, Weqfa Tahîr Elçî ya Mafên Mirovan, Weqfa Îsmail Beşîkcî (WÎB), Kargeh-Çareseriyên Çandî û Hunerî, Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DİTAM) û Chalak Events.
Çar armanên komxebatê hene
Di encama komxebatê de çar armancên spesifîk derketine holê:
"* Di navbera Aktorên Civaka Sivîl (ACS) yên li Stenbol, Amed û derveyî welêt de pêşvebirina diyalog û piştevaniyê; bihêzkirina tevkarî û hevkariya saziyan,
* Agahadarkirina saziyên beşdar derbarê wan xebatan de yên ku ji aliyê saziyên din ve tên kirin û pêkanîna sînerjiya di navbera xebatên tên kirin û projeyên tên birêvebirin,
* Pêşvebirina tevkariyên dualî û piralî yên di navbera saziyan de, pêkanîna derfeta projeyên hevpar,
* Bihêzkirina kapasîteya hînbûna saziyan, alîkariya pêşvebirina struktura saziyan ya ku daîmî be li ACSyan.
Nîqaş hatine tomarkirin
Rapora li ber dest, yek ji berhemên van guftûgoyên di komxebata navborî de ye. Di raporê de kurtedanasîneke saziyên beşdar hatine kirin û herweha xebat û çalakiyên sereke yên van saziyan hatine bicihkirin.
Li gor daxuyaniya ku Weqfê kiriye, "Bi vê xebatê armanc ew e ku nîqaşên hatine kirin bên tomarkirin û fikr û pêşniyazên derbarê diyalog û tevkariyên di navbera ACSyan de derbasî nivîsê bibin. Armanca xebata navborî ji aliyekî ve jî ew e ku yekûneke zanyariyan derbarê diyaloga civaka sivîl de pêk bîne û ji aliyê din ve projeya ku wekî pêngaveka ewil e, bi xebatên din bidomîne. Rapor di heman demê de dixwaze ku ji bo sala 2021ê di navbera ACSyan da, bingeha tevkariyên muşexes yên projeyan dane."
Hûn dikarin tevahiya raporê ji vê duvelankê bixwînin. (FD)