Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Mahmut Bozarslanê rojnameger li Amedê jidayikbûye û li wê derê mezin bûye. Wî 20 salên li ser karê rojnamegeriyê temam kirin û bi gotina wî, ‘’êşên nû li êşên wî dîtî zêde bûn.’’
Ji 2yê Kanûna Pêşiyê ya 2015ê ve, bi pevçûnan gelek zerer li navçeya dîrokî bû, xanî herifîn, mirov hatin kuştin.
Li 22yê Gulanê têketina taxên Dabanoglû û Fatihpaşa û 14 cadeyan serbest bû. Niştecihên Sûrê yên karîn malên xwe bibînin berê xwe dan malên xwe…
Bozarslanî wêneyên halê Sûrê bi wênegirika xwe girtine û wek belgeyan li wênedanka Facebookê ya bi navê ‘’li wê derê Sûrek heye/hebû, li wê dûrîyê…’’ kom dike.
Bozarslan li ser çavdêriyên xwe yên li Sûrê weha dibêje:
‘’ Nîşanî hevdu dikin û dibêjin ‘ev mala min bû’ ‘na mala te li vê derê bû’… Têketina Sûrê îro serbest bû… Hin kes çûn ku malên xwe bibînin lê nedîtin… Hinekan jî tişt-û-miştên xwe kom kirin û ketin ser rêya lênevegerê… ‘’
Bila gotinên mayîn wêneyên Bozarslanî bibêjin… (HK/MB)
Ji bo galerîya wêneyan bitikîne.