Fotograf: Murat Bayram / bianet
Hunermendê kurd ê Kermanşahî Bashîr Naserî ji bo vekirina pêşangeha xwe ya wêneyan li Stenbolê ye. Pêşangeha ku ji wêneyên Naserî pêk tên duh (19ê Hezîranê) li Taksîmê li cafeya Chalak Eventsê bi bernameyekê dest pê kir. Bashîr Naserî ji bilî wêneyan bi çêkirina peyker û grafîkan re jî mijûl dibe. Bashîr Naserî du sal in ku li Amedê dijî û li vir xebatên xwe yên hunerê berdewam dike.
Naserî li Zanîngeha Tehranê Fakûlteya Wênesaziyê perwerde bûye û 2004an zanîngeh qedandiye.
Nêzîkî 20 salan, him li Îranê him jî li Rojhilatê Kurdistanê di gelek mûze û galeriyan de pêşangehên wî çêbûne. Heta niha li Rojhilatê Kurdistanê sala 2006 peykerê mûzîkjenê kurd ê bi navê Ghala Mara (2 mîtro), sala 2007ê yê helbestkarê kurd Abdurrahîm Mewlewî (Mowlawî) (4 mîtro), 2008ê yê helbestkarekî din ê kurd Mîrza Abdulkadîr (3 mîtro) û sala 2014ê jî ji silîkonê peykerê Pîremerdî çêkiriye.
Di çarçoveya bernameya pêşangehê de duh bi şev her weha muzîkjen Sarah E Atkinsonê bi çelloyê, Alaa Alkatebî bi ûdê û Mervan Aktumurî jî bi viyolîna xwe konsertek dan.
Pêşangeh wê heta 19ê Tîrmehê li Cafe Chalak Eventsê bê pêşkêşkirin.
Di dema bernameyê de me li ser hunera wî û nêrîna wî ya li hunerê pirs ji Bashîr Naserî kirin.
(Naserî kurdekî hewreman e û bi lehceya hewraman diaxive, dîsa bi soranî dizane û li Amedê hinekî kurmancî hîn bûye. Di dema hevpeyvînê de her sê lehce bi kar anî. Ji ber wê em bêyî mudaxeleyê li zimanê wî bikin bersivên wî diweşînin.)
"Malbata min malbatekî hunermend e"
Destpêkê em dikarin Bashîr Naserî nas bikin? Kî ye Bashir Naserî?
Xelkê Hewreman im. Maweyekî zêde ye li ser karî neqqaşî yan wênesazî dişuxulim. Malbatî min malbatakî hunermend e. Bavê min ressam e. Piranî karî akademîk salî 2001 dest pê kirim û heta anha jî berdewam dikim. Li ser resm û wêne û heykel bi piranî. Nêzî 2 sal in li Amedê dijîm. Qerarek min heye ku bêm li Stenbol. Li Amedê li beşê anîmasyon li Zarok TV dişuxilim. Du sal li wê bûm û pişt ra li wê derketim da ku karî resm bikim.
Te got du sal in li Amedê dijîm. Ez dixwazim tu ji me re behsa atmosfera hunerê ya li Amedê bikî. Di nêrîna te de atmosfereke çawa ji bo hunerê li Amedê heye?
Bingeh li Amed heye. Piranî xelkekî têgihiştî, xelkekî rewşenbîr û xelkekî bingehî hunerî wan heye. Bi taybet li beşê muzikî da pêşketinekî baş heye. Li muzîk da serkewtû ye Amed. Le beşî hunerî dîtbarî, weke resm û grafîk û heykel, ji ber piranî rewşî akademîkî Tirkiye nebaş e, ew jî bandor kiriye li ser gelî Kurd, bi taybet li alî Amed û wan deran. Ger em bixwazin li gel Rojhilat qiyas bikin li beşî wêne, resm û heykel û sînema wana piçekî Rojhilat pêşketîtir e. Ez wisa difikirim, rewşî jiyan û bandorî hukumetî merkezî ye li ser kurda, karesatek hatiye li ser gelî kurd li vir de.
"Kurdbûna me dibe sebeb ke nêrînî me ta hinekî zêde eynî be"
Dîsa di heman çarçoveyê de tu dikarî ji me re behsa ferq û cewaziya di navbera hunermendên Bakur û Rojhilat de bikî?
Yekem tiştek, ez hez dikim beriya qalî tiştên cudayetî bikim, qalî tiştên hewparî wan bikim. Yekem sebeba wê, hemû man kurd in û kurdbûn tiştekî hevpar e li naw hemû man. Ew dibe sebeb ke nêrînî me ta hinekî zêde eynî be. Tenê le alî kesayetî ye, çunku huner en dawî li kes da cuda dibe. Alî nêrînî hunermend şert e ku huner çawa dibînî, dinya çawa dibîni. Piranî cudayetîkî ewqas pir nîne. Tenê di naw kesan de cudayetî dibînim.
Tu çi navî li hunera xwe dikî?
Ez nizanim belkî bêjim, xeyalî xerîbî min. Xeyalekî xerîb kewtû li dinyayî îro da. Xo wisa dinasim ez. Xeyalekî xerîb ku li jiyanekî mentiqî û li jiyanekî realîstîkî îro da dijîm. Xo wisa dibînim û hunerî xo jî wisa dibînim.
Tu xwe di nava hunera kurdî û ya cîhanî de li ku dibînî?
Ewqas ew mesele bo min muhîm niye ke di nawî hunerî cîhan de çawa me û hunerî kurdî de. Wisa mane nadim. Piranî wisa difikirim, yekem tişt ez bo xo bizanim kîm e, astî xo bizanim, astî xo li gorî qiyas le gel xo. Baweriyek bi xom heye û bizanim astî min aya li gorî baweriyeke min bi xo heye. Ew mesele bo min muhîme. Ez bi hunerî cîhanî nafikirim. Huner his dikem ku bi sînorî wan xweş e. Yanî da wekû em binêrîn, alîyî huner ke hunermendî kurd heye, hunermendî fars heye, hunermendî turk heye, hunermendî heman welatî heye, te’ma huner ew dem e û xwe qiyas nakim li astî hunerî cîhan da. Ez bikarim wekû kes di naw gelî xwe da bikarim serkeftî bim. Şert ew ku taybetmendîkî te hebe wekî kurd, wekî insan wekî kes. Ew muhimtir e.
"Berhemên min bi giştî ez im"
Tu di jiyana xwe ya hunerê de me’neyeke çawa didî hunerê, berhemên xwe?
Ew bi giştî ez im. Le ew demkî ke zikî diya xwe çêbûm ta anha ke le welatekî dine dijîm, ew jî welatî min e, ferq nake, parçeyekî dinî min e, ew jiyanî min e. Û nikarim bêjim çawa dest pê kiriye, çi bûye ke bûye bo berhem. Ema bi giştî huner çi abstrac, çi fîguratîv, çi întîzaî, bingehî wan li Kurdistanê bûye, heye. Tenê anîn wana keşf kirîne. Derxistîne, li bingeh derxistîne, bi awayekî akademîk wan anîne ser kaxiz. Tenê ferq ew e. Ew bingeh hebûye le Kurdistan. Beşê helbest, edebiyat, musîqî hemû wana hebûya, le hunerî dîtbarî jî hebûya. Tenê ferqî wan ew e kû wekî mijarekî akademîk lew mêze nekiriye. Anha wekî mijarekî akademîk ew anîn li ser kaxiz û li ser çarçêwe.
Te behsa helbestê ango şê’rê kir. Li Îranê bandoreke mezin a şê’rê li ser hunerê heye. Ev bandor li ser hunera te jî çêbûye?
Şê’r xeyal e. Şê’r pileyeke jorî realîteyî jiyan. Serdema ke to li ser pîleyî xeyal î, kelîme dibit helbest û şê’r. Teqez helbest û şêer li ser hunerî min jî da pir karîgerî kiriye. cudayetî wan eweye ke, şê’r bi zimanî kelîme tê gotin, resm bi zimanî form, reng û kompozisyon tê gotin. Ferq wan e, medyûmî wan tenê cuda ye.
Ev berhemên ku tu pêşkêş dikî bi çi teknikê hatine çêkirin?
Mîxmedia ye. Çend matiryal bikar anîne. Piranî weke çapî ofset e. Monoprînt û ofset û ew çap e. Bo xom teknîkî taybet e. Min nedîtime le cîkî yekî din. Ez bo xo bi tecrûbe, bi ceribandin min ew derxistiye. Nizanim nawî ew çiye di rastiyê de. Min bo xo çêkirime. (FD)
Fotograf: Murat Bayram / bianet