bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Welatiyekî din jî ku li Veznecilerê birîndar bûbû canê xwe ji dest da
Welatiyê bi navê Levent Yeşilot ku di encama êrişa li Veznecilerê de birîndar bûbû, duh canê xwe ji dest da.

Di 7ê Hezîranê de li Stenbol Veznecilerê bi wesayîta bombebarkirî êriş pêk hatibû û di encamê de 6 jê polês 11 kes canê xwe ji dest dabûn û gelek kes jî birîndar bûbûn. Duh yek ji wan welatiyên birîndar jî canê xwe ji dest da û hejmara kesên kuştî gihişt 12an.
Welatiyê bi navê Levent Yeşilotî (51) ku di êrişê de bi giranî birîndar bûbû û li Nexweşxaneya Çapeyê ya Zanîngeha Stenbolê dihat dermankirin, duh canê xwe ji dest da.
Di encama wê êrişa pêk hat de 6 polês hatibûn kuştin. Bi Yeşilotî ve hejmara welatiyên sivîl ku hatine kuştin jî derket 6an.
Wê êrişa pêkhatî Teyrebaxên Azadiya Kurdistan (TAK) girtibû ser xwe û daxuyandibû ku navê kesa ku êriş pêk aniye jî Eylem Newroz e.
(NV/YO)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.