Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Dikandarê bi navê Cemîl Taşkesen yê ku li Sêrtê ji Meral Akşener, Seroka Giştî a IYI Partiyê re gotibû, “Em Kurd in, zimanê me tê înkarkirin, nasnameya me tê înkarkirin, Kurdistan tê înkarkirin. Em li dijî vê ne. Cihê ku hûn niha lê ne Kurdistan e, lê mixabin li parlamentoyê ev `Kurdistan` tê înkarkirin” desteserkirin e.
Serdozgeriya Komarî ya Misircêyê ji ber gotinên Taşkesenî yên “Cihê ku hûn niha lê ne Kurdistan e, lê mixabin li parlamentoyê ev `Kurdistan` tê înkarkirin.” Bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” derbarê wî lêpirsîn daye destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna serdozgeriyê daye destpêkirin de polîsan bi ser mala Taşkesenî de girtiye, ew desteser kirine û birine Rêvebiriya Emniyetê.
Meral Daniş Beştaş, Parlamentera Sêrtê ya HDPê agahiya desteserkirina Taşkesenî li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihandiye û gotiye, “Seroka partiyekê ku tê Sêrtê û bi rastiya heremê re rûbirû dibe û piştre jî encama ku tê zanîn; welatiyê ku gotibû ev der Kurdistan e desteser bûye!”
(RT/AY)