Fotograf: AA (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Sîstema cîhanî ji Adara 2020an û vir de li hemberî nexweşîya Covid-19ê û bandorên wê yî hêzdar, nediyarî û şikestinên wê di têkoşînekê de ye.
Li gel vê yekê, berî nexweşîya vîrûsakoronayê jî ekonomîya cîhanî weke ‘krîzeka biberdewam’, weka krîzeka çiqas diçe kûrtir û bi binyadtir dibe dihate nirxandin û ravekirin.
Bixwîne - Jiyana me, di dema em dijîn de dibe dîrok!
Newekhevîyên ku di sala 2008an de bi geremolên pîyaseyên fînansî yên Emrîkayê dest pê kirin û demeka kin de gihaştine asta cîhanî û xurttir dibin, qelsbûna dînamîkên berhemdarîyê, pirsgirêkên ekolojîk û krîza îklîmê ku rêzên peydakirinê yên cîhanî û ‘şerên bazirganî û teknolojîyê’ di bin xetereyan de hiştine û bê çareserî hiştine…
Nexweşî, pandemî, bû sedema xurtbûna şikestin û newekhevîyên civakî yên ku kirîza cîhanî ya 2008an bi xwe re derxistibûn holê, ew meyla şikestinê û nediyarîyê xurttir kir.
Ji hêla din ve, wisa xuya dike ku wê naverokên polîtîkayên li hemberî pandemîyê tên paresandin û gavên di cîhanê de li hemberî pandemîya Covid-19ê tên avêtin bibin sedema guherîna polîtîkayên îklîmê û ji bo ku pergala cîhanî ji nû ve bikeve şiklekî wê xwedî girîngîyeka krîtîk be.
Xaçerê ber bi ku ve diçe?
Peymana Parîsê ya ku îro polîtîkayên îklîmê di dirûvîne, di Mijdara 2016an de kete rewacê. Hedefa peymanê ew e ku ji bo bikeve ber felaketa îklîmê ‘’bilindbûna germahîya cîhanî heta jê tê 2 pîleyan hetta 1.5 pîleyan biêxe binê germahîyeka li gor serdema dewrîma sanayîyê yan bi van pîleyan sînordar bike’’.
Ev hedef, ji sedemên bingehîn ên polîtîkayên têkoşîna li hemberî guherîna îklîmê pêk tê, armanca Panela Guherîna Îklîmê ya Navhikûmatî (IPCC) ew ku heta nîveka sedsalê bigihîje xaçerêkeka ku emîsyonên gaza serayê tûne ye, emîsyoneka safî sifir.
Xaçerêkên ‘safî sifir’ ên derpêşkirî balê dikişînin li ser hewcebûna ji karkirina enerjîyê ber bi enerjîya venûker, hewcebûna veguherînên mezin ên teknolojîk û bi kar anîna amûr û polîtîkayên nû.
Di ekonomîya cîhanî de meylên nû
‘’Mutabeqeta Kesk a YEyê’’ (EU Green Deal) a ku di Kanûna Pêşîn a 2019an de ji hêla Qomîsyona Ewropayê ve hate amadekirin û di 21ê Adarê de jî hate qebûlkirin, balê dikişîne ser ku ‘’ji hêla îklîmê ve êdî serdemeka xeternak dest pê kiriye. ‘Mutabeqeta şîn a YE’ê bi Fermana Ewropayê ya Îklîmê jî hebûna xwe şênber bûbû.
Mutabeqe hedefên xwe yî berfireh wiha bi rave dike; Civakeka mûrefeh û ‘adil, ekonomîyeka bi reqabet û berhemdar, mezinbûneka ku ji bikaranîna çavkanîyan cûda dibe û xala herî girîng, ji bo ekonomîyên YEyê (Yekîtîyên Ewropayê)yê di sala 2050yî de tunebûna emîsyonên gaza serayê. Mutabeqe van hedefan datîne pêş xwe.
Her weha berfirehîya polîtîkayên di rêza van hedefan de hatine sêwirandin balê dikişîne ser vê yekê û dibêje wê di veguhestina keskahiyê de; enerjîya pak û bi ewlehî, teknolojîyên xwedî emîsyonên kêm ked-zêde, binesazî, nûkirina avahî û înşaatan, modelên çûnehatinê yên bi aqil, ji bo ekonomîya çerxdar veguherîn di sanayîyê de sîstemên bi ewle yên xwarinê derbikevin pêş.
Wisa tê plankirin ku sîstemeka fînansê ya ku bi serokatîya raya giştî, sermayeya taybet ji bo îklîm û jîngehê mewduatan razîne bê avakirin. Ev yek ji bo vê veguhestinê û gavên hatine sewirandin bikaribin bên avêtin, ji bo fînansman û mewduatên pêwist in (Li YEyê salê +260 milyar euro, Ji %1.5ê Hemû Dahata Navxweyî ya YEyê ya2018an) girîng e.
DYE û veguherîna polîtîkayên jîngehparêziyê
Roja ewil a ku hate serê rêvebiriya DYEyê Joe Biden (ji nû ve) Amerîka tevlî endamtiya Peymana Parîsê kir. Dîsa îsal bi rêveberiya Bidenî, di 22-23yên Avrêlê de civîna bilind a serokên cîhanê pêk hat ku mijara civîna bilind jî ‘îklîm’ bû. Ev yek girîngiya vê meseleyê baş dide nîşandan.
Dîsan rêveberiya Biden di Adara 2021an de ji bo ku xwe ji pandemiyê xilas bikin, bernameyeke qerase ya aborî (1,9 trilyon dolar) pêşniyar kir. Bernameya Berfirehkirina Darayî (American Rescue Plan) û Plana Kar a Amerîkayê (American Jobs Plan) ya 2 trilyon dolarî danî ku pê dihate plankirin ku di aboriya DYAyê de 'li gel veguherîneke kesk (xwezayî) avakirina îstîhdameke mayînde û wesfdar pêk bînin. Ev her du plan, pêşniyarên berbiçav ên polîtîkaya DYAyê yên têkildarî rejîma gerdûnî ya nû û veguherîna kesk aşkera dikin.
Ev polîtîkayên ku li hemberî pirsgirêkên binyadî, pirsgirêkên ku bi pandemîya cîhanî ketine halekî bi şax û per; ji hêlekî ve hewl dide mudaxeleyî krîza ekonomîk/civakî ya ku çiqas wirde diçe kûrtir dibe bikin, ji hêlekî ve hewl dide mudaxeleyî krîza îklîmê ya ku êdî ji bo jiyana li ser rûyê dinyayê ye xetereyek e bikin. Armanc ew e ku bi vê yekê dînamîk û mercên xebatê yên kapîtalîzma cîhanî ji nû ve biguherîne.
Rewşa Tirkîyeyê: Nêrîneka dîrokî û statîk, sektor, îhtîmal
Di vê heyama ku li hemberî krîza îklîmê û sekna dûvdirêj, ekonomîya cîhanî û nîzama civakî diguhere de Tirkîyeyê, di Gulana 2021an de bûye yek ji 6 welatên ku Peymana Parîsê ne pejirandiye (ji meclîsê derbas bûye), bi vê yekê jî Tirkîye li ‘derve’ dimîne.
Di tevahîya dinyayê de, di nava 197 welatan de 6 welat hene ku Peymana Parîsê ya Îklîmê nepejirandine, û ev in; Tirkîye, Îran, Erître, Lîbya û Yemen.Tirkîye jî yek ji van welatan e. Derbasbûna ji koma welatên pêşveçûyî ber bi koma welatên pêşve diçin û daxwaza ku ji hêla fonê piştgirîya fînansî bê bidestxistin jî wek sedem ji nepejirandina Peymana Parîsê re tên nîşandan.
Gava mirov Tirkîyeyê ji hêla nîşaneyên bingehîn ên veguherînên îklîmê binirxîne, Tirkîye, taybetmendîyên welatên pêşve diçin di xwe de dihewîne. Tirkîye bi tevahî ji %î 1.1ê emîsyonên cîhanî yên sala 2019an berpirs e, ku ew jî hevnirxê 506.1 milyon ton CO2 emîsyonên gaza serayê û 399 milyon ton CO2yê ye.
Gava ji hêla herkê serê şexsekî ve were nirxandin tê dîtin ku bi 4.7 tonan di bin rêjeya nîvekî ya OECDê ya sala 2016an de ye û nêzî rêjeya nîvekî ya cîhanê ye. Herweha rêjeya bikaranîn/hasilaya enerjîyê jî bi 63.1kgyî (hevnirxa petrolê/000 2017 SGP dolarên Emrîkayê) ji rêjeya nîvekî ya OECDyê bi pileya 95.7 kêmtir e.
Welatê 15emîn ku xwedî para herî mezin a emîsyonê
Li gel vê yekê, nêzîkbûna rêjeya nîvekî ya 0.2 OECDyê û emîsyonên serê xasilayê (0.18kg/2017 SGP Dolarên Amerîkayê), nîşan dide ku di navbera xerckirina enerjîyê, berhemdarî û emîsyonan de têkilîyeke nêzîk heye.
Tirkîye, di pozîsyona welatekî ku; nekarîye jihevcûdakirina (de-coupling) berhemdarî-emîsyonê bike, rêjeya zêdebûna emîsyonên wê zêde (di navbera salên 1990-2018an de bi zêdebûneka ji %î 175an di nava welatên OECDyên de bûye yekemîn), arîkarîyên zêde yên sotemenîya fosîlî dide û di sala 2019an de bi para emîsyonên cîhanî yên ji %1.1î di nava welatên herî zêde dinyayê qirêjî dikin de bûye 15emîn de ye.
Gava bi nêrîneka ji hêla van krîteran ve bê nirxandin, gava Tirkîye ji wan 170ê welatên ku Peymana Parîsê îmze kirine bimîne ku hemû jî xwedî pareka jê kêmtir in, tê wê wateyê ku dê Tirkîye di heman demê de li derveyî dîzayna nû ya cîhanî jî bimîne. Dîzayna xuyaye ku dê li hemberî krîza îklîmê xwedî şewqeka navnetewî û gelekî berfireh be, dîzayna nû ya cîhanî û ‘veguherîna şîn’.
Para herî mezin a emîsyonên jêdera wan enerjî ye ye
Hevnirxa 506.1 milyon ton CO2yê ji %80yê (399 milyon ton) emîsyonên gaza serayan ya Tirkîyeyê, ya sala 2019an, pêk tîne. Di nava van emîsyonên li ser hev de para herî mezin a emîsyonên jêdera wan enerjî (şewitîna sotemenîyan) ye. (Di 2019an de nêzî 350 milyon tonî).
Para mayî jî, ji %12.5, bi taybet jî emîsyonên CO2 yên berhemên mîneralan (çîmento) û ji ber prosesên hilberîna sanayîya kîmyayê pêk tên in. Di emîsyonên jêdera wan enerjîye de para herî mezin a dewr û enerjîyê ye, bi rêjeyeka ji %42yan.
Rêjeya santralên komirê ji sedî 75 e
Lewra, gava Tirkîye ji hêla emîsyonên CO2yê ve tê nirxandin para herî mezin a berhemdarîya sektora ceyranê derdikeve pêş mirovî. Di vir de jî bi taybet para santralên komirê jî ji %75 e, ya mayî jî ji ber santralên gaza xwezayî ye.
Emîsyonên jêdera wan sotemenîyên fosîlî ne, gaza xwezayî û komir, ku para wan î hilberandina ceyranê ji %50î zêdetir e bi taybet di encama stratejîya teşwîqê de derdikeve holê.
Teşwîqa komirê ne aqilane ye
Di heman demê de nîşanî potansîyeleka girîng a ji bo polîtîkayên îklîmê jî dike. Her çiqas diçe malîyeta enerjîya venûker a ji tav û bayê çêdibe bi awayekî berbiçav kêm dibe û ya enerjîya sotemenîyên fosîlî jî bi awayekî berbiçav bi her hawî bûhatir dibe.
Wisa xuya dibe û eşkere ye, gava Tirkîye jî di mercên pîyaseyê de bê azadkirin wê bi awayekî xwezayî berê xwe bide enerjîya venûker.Gava mirov ji vê hêlê rewşa Tirkîyeyê binirxîne, dîsa tê dîtin ku ev israr û teşwîqên ji bo sotemenîya komirê hem ji hêla polîtîkayên îklîmê hem jî ji hêla ekonomîyê ve ne aqilane ye.
Di rêza diduyan de sektora çûn û hatinê heye
Di nava tevahîya emîsyonên CO2ê de piştî sektorên enerjî û werçerxê para herî mezin a sektora çûnehatinê ye, bi pareka ji %23yan. Dîsa hewce dike ku mirov ji nû ve bi bîr bîne kuTirkîye hem di pêşveçûn û guherînên îktîsadî de hem jî ji hêla polîtîkayên îklîmê ve xwedî potansîyeleka gelekî mezin e.
Lewra ji hêla bingeha derbasbûna cûreyên çûnehatina berdewam gelekî paşde mayî ye, bi taybet jî li gor welatên Ewropayê. Lew veguherîna sîstemên veguhastina komelî ya di navbera bajaran de be, lew jî veguherîna sîstemên veguhastina komelî a di nava bajaran de be licîyekî pirr lawaz e.
Li gel vê, zêdebûna hewcedarîya çêkirina rêyan ji bo civakê dibe sedem ku emîsyonên jêdera vê sektora çûnehatinê ne jî bi awayekî bi lez zêdetir dibin (Di navbera salên 2000-19an de bi awayekî komkirî).
Bi vî şiklî daxwazên sektorên werçerx û enerjîyê û sektora çûnehatinê dibin sedema zêdebûna ‘gemarkerî’ya Tirkîyeyê, herweha ji hêla din ve pirsgirêka kronîk a hevsengîya carî jî mezin dike. Bi taybet jî sotemenîyên fosîlî yên ji der ve tên (gaza xwezayî, petrol, komir).
Sektora înşeatê
Sektorên hilberandinê (sanayîya çêkirinê, înşeat, çandinî û xizmet) çavkanîyeka din e di rêjeya ji %25ê emîsyonên CO2yê de. Bikaranîna enerjîya endamên malbatê, a ji %10 jî çavkanîyeka din e. Li vir bi taybet sektora înşeatê girêdayî vê yekê ye. Lewra sektorên demir û pola hem bi pêvajoya xwe yî çêkirinê ya dûvdirêj hem jî bi têkarîya emîsyona CO2ê ya derveyî enerjîyê derdikevin pêş, ku enerjîyeka gelekî mezin tê bikaranîn di vê pêvajoyê de.
Herweha emîsyonên ji ber vê sektorê dertên, têkilîyeka xwe yî nêz bi dînamîkên çêkirina sektora înşeatê ve heye. Sektora înşeatê ya ku di sala 2019an de bi qasî ji %9an biçûk bûbû, bi taybet di sektora çîmentoyê de bû sedema kêmbûneka bi qasî ji %16 a ku jêdera wê prosesên endûstrîyel bûn.
Polîtîkayên mezinbûnê, bi taybet jî yên girêdayî sektorên înşeat û xeyrî menqûlê de, ji hêlekê ve dînamîkên ku ne berhemdar in xwedî dikin ji hêlekê ve jî dînamîkên temelê mezinbûna wan girêdayî jêderên derve ne xwedî dikin. Ji hêla din ve jî roleka wan heye ku ew jî emîsyonên CO2ê zêde dikin.
Krîza binyadî kûrtir dibe
Veguherîna bingehîn a Tirkîyeyê ya ber bi sektortorên berhemdar, ji gelek alîyan ve girîng û pêwist e, ji bo xaçerêkeka berdewambar. Bi taybet jî enerjîya sext, berhemdarîya enerjîyê ya di sektorên ji hêla mezinbûn û îxracatê de krîtîk û di enerjîyê de veguherîna ji sotemenîyên fosîlî ber bi ceyranê ve hêmanên girîng ên vê veguhestinê ne.
Di vê heyama ku ekonomîya cîhanî û pergala civakî li hemberî vê sekna dûvdirêj û krîza îklîmê ji nû ve şikl digrin de, Tirkîye nikare polîtîkayên berfireh ên ekonomîk, ji bo hedefên sektorî yên şênber, ji bo mezinbûna berdewambar, veguhestina binyadî ji bo ekonomîya kesk, mewduatên berhemdar û pirsgirêkên destheqî/îstîhdamê çêbike.
Polîtîkayên statîk ên ku ji dêvla polîtîkayên berê wan li pêşerojê ye û xwedî dînamîkekê ne, dikin ku hêz û bandora vê krîza binyadî ya ku ji 2018an û bi vir de roj bi roj kûrtir û mezintir dibe. Sedem ev polîtîkayên statîk in ku modela mezinbûnê jî ew in.
(EV/VU/AY)
Rêzenivîsa Heyama ku Îklîm û Dinya Diguhere*
Destpêk: Jiyana me, di dema em dijîn de dibe dîrok!- Ömer Madra
1/ Welatekî li derveyê polîtîkayên îklîma cîhanî: Tirkîye- Ebru Voyvoda
8/ Zanist, têkoşîn û huner dikarin mirovan li hev bicivînin - Yasemin Ülgen
9/ Enerjiya paqij e yan xiyanet? - Serkan Ocak
10 / Êdî dem dema rawestandinê ya xurtbûna aborî ye- Gökçe Yeniev - Fikret Adaman
11/ Dema ku penaberên îklimê hatin û li derê me xistin- Mehmet Mücteba Göktaş
* Ev rêzenivîs bi alîkariya darayî ya Navenda Rojnamegeriyê û Medyaya Navnetewî ya Zanîngeha Metropolîtan a Oslayê (Oslo Metropolitan University Journalism & Media International Center) tê weşandin.