Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Wekîlê Wanê yê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) Lezgîn Botanî li ser derblêdana hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk(DBP) Mehmet Aslanî pirsnameyek da meclîsê.
Botanî eşkere kir ku di Girtîgeha Rîzeyê de, xebatkarên girtîgehê hewildane hevserokê DBPyê tazî bike lê wî qebûl nekiriye. Li ser vê yekê xebatkaran derb lê daye.
Wekîlî xwest wezîrê dadê, Abdulhamit Gul bersiva pirsên di pirsnameyê de bide.
Mehmet Aslanî gotiye heşt roj in ku ew heman cilikan li xwe dike û destûr nehatiye dayin ji bo wî cilik bêne şandin.
“Wan xwest min çîp-tazî bike û min kontrol bike. Min qebûl nekir. Em li odeyeka bêkamere bûn. Min nerazîbûna xwe diyar kir.
“Paşê hemî kesên li odeyê li min da.”
Lezgîn Botanî di pirsnameyê de pirsiye:
“Gelo ew xerdiyan û birêvebirên derb li Aslanî dayîn hatine tespîtkirin û tiştên pêwîst hatine kirin?”
(AS/MB)