Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wekîlê Stenbolê yê CHPyî(Partiya Komarê ya Gelî), Enîs Berberoglû duhî êvarî ji Girtîgeha Maltepeyê ya Stenbolê derketiye.
Piştî Enîs Berberoglû ji girtîgehê derketî gotiye:
“Dema ez hatîm girtin wekîlekê ji CHPyê bûm û niho dema ez derdikevim jî ez wekîlekê ji CHPyê me. Ev 16 mehên ku ez di girtîgehê de bûm demek e ku divê Tirkiye li ser bifikire.”
Berberoglûyî bersiva pirsên rojnamegeran nedaye û gotiye piştî ew bi malbat û partiya xwe re bişêwire ew ê biryarê bide ka divê tevgerên wî çawa bin.
Dadgeha Stenbolê diyar kiriye ku ji ber parêzbendiya wekîlî heye ew serbest bûye.
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîranê de Dadgeha Stenbolê biryara girtina parlamentê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Enîs Berberoglûyî da.
Berberoglû ji ber nivîsîna nûçeya li ser TIRên MIT(Rêxistina Îstixbarata Neteweyî) hatibû sûcdarkirin. Dema MITê tejî TIRekê çekên giran ji bo Sûriyeyê dibir rêya TIRê hatibû girtin û rojnameya Cumhuriyetê li ser bûyerê nûçeyek çêkiribû.
Serokê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Kemal Kiliçdaroglû û desteya digel wî di 15ê Hezîranê de ji Parka Gûvenê ya Enqereyê ber bi Stenbolê ve dest bi meşê kir. Meşa wî dê 23 rojan dom bike û armanca wî ew e ku heta Girtîgeha Maltepeyê bimeşe. Kiliçdaroglûyî meşa xwe wek "Meşa Edaletê" bi nav kir.(AS/MB)