Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wêjegeh Amed wê di meha Çiriya Paşiyê û Kanûna Pêşiyê de du kargehên wergerê pêk bîne.
Kargeha yekem bi rêveberîya Samî Hêzilî wê di bin navê “Girava Wergerê” li dar bikeve. Kargeh wê di 14ê Çiriya Paşiyê de dest pê bike û hefteyê rojekê, roja Şemîyê di navbera saet 14:00 û 15:00’an de li ser Zoomê wek çar beşan pêk were.
Di kargehê de wê li ser mijarên wek “Wergernasî, Teoriyên Wergerê, Model û Stratejiyên Wergerê, Wergera Wêjeyê, Rola Wergerê Di Wêjeyê De û Wergerên Kurdiya Kurmancî” nirxandin çêbibin.
Kesên ku bixwazin beşdarî kargehê bibin divê heta 12ê Çiriya Paşiyê forma serîlêdanê ya li ser malpera www.lisyayinevi.com tijî bikin. (FD)