Fotograf: http://dersimnews.com/
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Mûzîkjen Ferhat Tûnçî, ji bo sêyem salvegera mirina Silo Qizî belgefîlmek amade kir.
Belgefîlm wê vê evarê li ser kana Ferhat Tunçî ya YouTube-ê, saet di 19.00ê de bê weşandin.
Ferhat Tunçî beriya ji Tirkiyeyê derkeve, serdana Silo Qizî kiribû û di belgefîlmê de ew vîdeo jî bicih kiriye.
Ferhat Tûnçî ji bo belgefîlmê wiha gotiye:
Silo Qizê ku di 104 saliya xwe de kiras guherand, çîroka rast a çanda Dêrsimê bû ku bi birindariya xwe hewl dida jiyanê bidomîne. Min xwest serdana me ya salek beriya kirasguherandina wî, wek belgefîlmekê pêşkês bikim. Werin, vê êvarê vî însanê qedirbilind yê çanda me ya kevnar em bi hev re bi bîr bînin."
Derheqê Silo Qizî de
Silo Qiz yek ji wan şahidên Terteleya Dersimê bû. Wî zêmarên epîk ên li ser qetlîamê digot û bi van dihate nasîn. Qizê ku hosteyê gotin û kemanê bû, di 5 saliya xwe de ji bavê xwe hînî kemanê bûye û dest bi mûzîkê kiriye.
Qizî di şînan de bi kemana xwe zêmar gotine û di dawetên Dêrsimê de cîhê wî cîhê sereke bûye." (AO/OP/FD)