Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
6 rojnamegerên ku ji ber nûçeyên derbarê mailên Wezîrê Vejeniyê Berat Albayrak de ji 25ê Kanûnê vir ve binçavkirî ne wê îro li emniyetê îfadeyên wan were hilanîn.
Mudira Ajansa Nûçeyan a Etnikê Derya Okatan, Mudirê Nûçeyan a Ajansa Nûçeyan a Dicleyê Omer Çelik û nûçegihanê Stenbolê Metin Yoksu, edîtorê berê Tunca Ogreten, xebatkarê BirGunê Mahir Kanaat û Mudirê Karên Nivîsan a Rojnameya Yolculukê Eray Saygin di 25ê Kanûnê de bi operasyonan hatin binçavkirin.
Derya Okatan ku pêkanînên OHALê protesto dike, 23 roj in di greva birçîbûnê de ye.
Li gorî nûçeya ETHAyê polîsan di telefonê de ji parêzerê wan rojnamegeran re gotine ku dê îro muameleyên îfadedayînê li emniyetê destpê bike.
Di 30ê Kanûnê de dema binçavkirina wan 6 rojnamegeran 30 roj hatibû dirêjkirin.
Di dosyeyê de biryara veşartinê heye
Rojnameya Sabahê îdia kiribû ku Serdozgeriya Stenbolê derbarê wan rojnamegeran de bi îdiyên “bi Redhacaka koma heckerê têkşiliyên wan hene, li ser medyaya civakî propagandaya wan kirine” ve lêpirsîn daye destpêkirin.
Di wê nûçeyê de herwiha hat gotin ku derbarê rojnamevanên bi navê Fatih Yagmur, Deniz Yucel û Hunkar Alican Duman de jî biryara binçavkirinê hatiye dayîn lêbelê ew kesana li derveyî welêt bûne.
(NV/YO)