Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Lijneya Ewheliyê ya Kayseriyê biryar daye ku bi tenê alîgirên tîma Kayserisporê bikaribin bikevin stadê û li maça di navbera Kayserispor û Fenerbahçeyê de temaşe bikin.
Maça di navbera Kayserispor û Fenerbahçeyê de wê di 4ê Adarê de li Kayserî bê lîstin.
“Em qebûl nakin”
Piştî vê biryarê, Kuluba Sporê ya Fenerbahçeyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşandiye û gotiye, “Ne mimkun e em vê biryarî bi ti şêweyî qebûl bikin.”
BU KARAR KABUL EDİLEMEZDİR
— Fenerbahçe SK (@Fenerbahce) February 28, 2023
???? https://t.co/2lxdPK9Iay pic.twitter.com/n1XXrjMKoK
Çi bûbû?
Roja şemî û yekşemê di wan maçan de ku Fenerbahçe û Beşîktaşê bi tîmên din re, ji ber desthilatdariya AKPyê di wexta wê de midaxele li herêmên erdhejê nekiriye, alîgirên tîman sloganên “hikûmet îstîfa” berz kiribûn.
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçeliyî gotibû ku bila alîgirên tîman nikaribin li stadan maçan temaşe bikin û “tedbîr bên standin”.
Wezîrê Karûbarên Hundir Suleyman Soylûyî jî derbarê vê rewşê de gotibû, “Kesên ku dibêjin qey em li vir di nava mijara erdhejê de miçiqîne, bila bizanibin ku di mijara ewlehiyê de em ê mertalên xwe bilind nekin. Bila mesaiya me qut nekin, em ê bi hêsanî qut bikin.”